‘Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine'

img

AGIRÎ - Sewalvaniyên agiriyî, anîn ziman ku ji ber polîtîkayên heyî çavkaniya wan a debarê sewalvanî hindik maye biqede û got: "Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine, em nikarin xwe tev jî bidin." 

Li Agiriyê, berê rojê bi hezaran heywan li Bazara Heywanan bûn lê belê niha ji ber polîtîkayên heyî her diçe kêm dibe. Sewalvanan, anî ziman ku hikûmetê ew di nav deynan de hiştine û gotin, sewalvanî êdî ne çavkaniyeke wan a debarê ye. 
 
'PERA DIDIN BI BOMBEYAN' 
 
Ekrem Akboga, anî ziman ku 25 sal in sewalvaniyê dike û got, ji ber krîza aborî rewşa wan xirab bûye. Akboga, diyar kir ku ji ber bihabûna êm û kayê gelek kesan dev ji sewalvaniyê berdaye û got: "Ji ber polîtîkayên vê hikûmetê rewşa me qet nebaş ee. Mirov giş deyndar in, krîzeke mezin heye. Her sal xirabtir dibe. Dewlet ji bo pirsgirêkên sewalvana tiştekî jî nake. Li vî bajarî ne fabrîkayek heye ne qet. Li cîhanê ê ku pol,tîkaya aboriyê ya herî xirab dike AKP ye. Xwezî perê ddidin bi bombeyan pê cuhê kar vekirina. Ne ji vî şerî bûna wê rewşa aboriya me baş bûna." 
 
Engîn Îranko jî diyar kir ku bi vîrûsa coronayê re krîz kûrtir bûye û got: "Fiyetê êm û kayê pir biha bûye. Mehek e min heywan anîne bazarê lê kes nakire. Bazar nû vebûye, lê kes alvêrê nake. Ke sji derve jî nayê." Sewalvan Selîm Selçûk jî anî ziman ku divê dewlet ji derve ne goşt êmê erzzan îthal bike û got, niha kîsê êm ne di biniya 100 TL'yî de ye. 
 
DI NAV DEYNAN DE MANE 
 
Zeynel Taşdemîr ku 30 sal in cambaztiyê dike, bilêv kir ku nikarin heywanên xwe bifiroşin û got: "Ji Cejna Qurbanê re hindik ma, lê li bazarê tu liv û tevger tuneye. Bi rojan e heywanên me li vira ne, lê kes nakire. Rewşa li vir nîşan dide ku sewalvanî miriye, nemaye. Her tişt biha bûye. Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine, em nikarin xwe tev jî bidin." 
 
MA / Dîndar Karataş