Dema bidawîbûna çalakiya xwe ragihand hat binçavkirin

img
ENQERE – Cemal Yildirim ê KHK’î ku 10 roj in li Kolana Sakaryayê di çalakiya greva birçîbûnê de ye, dema ku xwest çalakiya xwe bi dawî bike ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.
 
Li Enqereyê, Cemal Yildirim ê KHK’î, beriya 10 rojan, li Kolana Sakaryayê bi gotina “Êdî bes e, KHK’î jî mirov in” dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. Yildirim, îro dema ku xwest çalakiya xwe bi dawî bike ji aliye polisan ve hat binçavkirin. Polisan bi Yildirim re 2 kesên ku piştgiriya wî dikirin jî binçav kirin. Her wiha polisan rojnamegerên ku çalakiyê dişopandin jî asteng kirin.