Serdaroglû: Heger pêşnûma berpêşî Meclîsê bê kirin wê bi milyonan karker bimeşin

img

STENBOL –  Sekreterê Giştî yê DÎSK'ê Adnan Serdaroglû, anî ziman ku îqtidarê şewb û krîza aborî ji xwe re kiriye firsend û bi vî awayî dixwaze tazmînata kidemê dewrî fonê bike. Serdaroglû, destnîşan kir ku heger ev yek berpêşî komîsyonan an jî Meclîsê bê kirin wê ber bi Enqereyê ve bimeşin. 

 
Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan, di bin navê "Mertala Îstihdamê" de "Pergala Teqawidbûyînê ya Temamker (TES)" xistibû rojevê. Bertekên li dijî vê yekê didomin. Bi vê pergalê tê xwestin tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin. Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Adnan Serdaroglû, got: "Pêşnûmaya qanûnê ne amade ye, lê tenê di çapemeniyê de hêlên wê yên baş tên serweîskirin. Hêlên wê yên xirab jî tên veşartin. dixwazin civakê bi hêlên wê yên baş qaneh bikin." 
 
Serdaroglû, destnîşan kir ku dewrkirina tazmînata kidemê ya ji bo fonê ji hêleke şaş ve tê nîqaşkirin û got, heya niha îqtidarê tim û tim xwestiye tazmînata kidemê ji holê rabike. Serdaroglû got: "Em behsa heqekî dikin ku 84 sal in pêk tê û qismek perê karkeran li cem kardêran dimîne. Dixwazim bêjim ne serkomar ne jî hin kesên din nikarin der barê perê karkeran de hin plansaziyan û teserifê bikin. Kidem, ne bexşeke ku kardêr an jî dewlet didin me. Perçeyek perê me yê ku me li cem kardêr hiştiye. Loma ne rast e ev mesele di ser fonê re tê nîqaşkirin." 
 
PÊKANÎNÊN JI BO XESPKIRINÊ 
 
Serdaroglû, destnîşan kir ku kardêr çav berdane tazmînata kidemê û got: "Li Tirkiyeyê gelek kardêr bi xirabî tev digerin û ji bo tazmînata karkeran xesp bikin hin pêkanînan dixin dewrê. Beleheq karkeran ji kar derdidxin û tazmînata wan a kidemê nadin. Îjar niha jî dixwazin gava karkeran ji kar derxin tazmînata kidemê nedin wan." 
 
Serdaroglû, anî ziman ku tişta niha tê xestin pêk bê ne ji bo mafên karkera ye û got: "Berê çawa ku hikûmetan fonên teşwîqê, fonên betaliyê bi xirabî bi kar dianîn, niha jî a tê xwestin pêk bê jî bi vî awayî ye." 
 
‘EM Ê BITÊKOŞIN' 
 
Serdaroglû, destnîşan kir ku li dijî dewrkirina tazmînata kidemê li hemû bajaran bi daxuyaniyan pêvajoya xwe ya çalakiyan dane destpêkirin û got: "Em ê hevdîtiê bi konfederasyonên din re pêk bînin. Em dixwazin têkoşîneke hevpar hebe. Lê heger ev nebe jî em DÎSK em ê bi awayekî bibiryar têkoşîna xwe bidomînin. Bila îqtidar baş bizanibe heger ev yek berpêşî komîsyonan an jî Meclîsê bê kirin em ê bi sedhearan karkeran, bi milyonan karkeran ber bi Enqereyê ve bimeşin. Heya ev pêşnûma paş ve neyê kişandin em ê bitêkoşin." 
 
Her wiha Serdaoglû gotina Erdogan ku gotibû "Bila sendîka di nav xwe de hel bikin" jî bibîr xist û got: "Kesî serî li wî nedaye negotiye pirsgirêk heye û wer hel bike. Em nikarin bi kardêran re rûnên. Îqtidara siyasî ji dêvla ku bibe perçeyek çareseriyê dibe perçeyek pirsgirêkê Radibe nîqaşên fonê germ dike û dide ber me." 
 
KEYSPERESTΠ
 
Herî dawî Serdaroglû destnîşan kir ku îqtidarê şewb û krîza aborî ji xwe re kiriye firsend û got, lê belê ev keysperestî ne rast e û divê îqtidar bi aqlekî selîm tev bigere û guh bide pêşniyarên sendîkayan. Her wiha Serdaroglû bang li karkeran jî kir û got: "Tazmînata kidemê pêşeroja we ye, mîrateyeke ku mezinên we ji we re hiştiye. Ji bo xwedîderketina li tazmînatê piştgiriyê bidin têkoşînê." 
 
MA / Kadîr Guney