Di karê xwe yê 25 salan de bedêla keda xwe nagire

img

ÎDIR – Huseyîn Aytekîn ku di seraya xwe ya beriya 25 salan ava kiriye de hilberînê dike, diyar kir ku li gel hemû zehmetiyan jî bedêla keda xwe nagire.

Teknîsyenê teqawît ê zireetê Huseyîn Aytekîn ku li navçeya Qulpê ya Îdirê dijî, beriya 25 salan li navçeyê serayek ava kir. Bi avakirina vê serayê re nav û dengê wî belav bû. Hat wê astê ku dema li navçeyê qala serayê tê kirin destpêkê navê wî tê birî mirovan. Aytekîn ku niha jî li ser rêya Qulpê bi serayeke 5 donimî hilberîna xiyar û firîngiyan dike, diyar kir ku ji ber bihabûna sermiyan di hilberandinê de zehmetî dikişînin. 
 
25 SAL E BÊNAVBER DIXEBITE
 
Aytekîn, destnîşan kir ku di sala 1995’an de seraya yekemîn ava kiriye û wiha got: “Ji wê demê ve bê navber hilberandinê dikim. Li gel ku ji teknîkseniya zireetê teqawit bûm jî destê min ji ax û hilberandinê nabe. Heke hezkirin tunebûna min heta vî emrî vî karî nedikir. 25 sal in tenê carek jî neçûme geştê. Lewre rojek jî dem amin tunebû.”
 
‘2 SAL E CEYRAN NAYÊ DAYÎN’ 
 
Di berdewamê de Aytekîn bal kişand ser zêdebûna sermiyanê hilberandin û ev tişt got: “Li gel ku sermiyanê hilberandinê zêde dibe jî bihayê berheman kêm dibe. Di karê serayê de ji 70’yê sermiyan li karkeriyê diçe. Li gel min 10 karker dixebitin, rojê hezar TL mesrefa min dibe. Heta niha min ji dewletê piştgirî negirtiye û helw didim bi tena serê xwe hemû zehmetiyan derbas bikim. Ji ber ku li qada seraya min avahî tunene, 2 sal in ceyranê nadin min. Li gel ku ez hilberînê dikim jî ceyrana şantiyeye bi kar tînim. Ji karkerên xwe ava cemidî ji cihên din tînim. Ev rewş jî min gelek aciz dikje.” 
 
 ‘EZ AŞIQ VEYSELÊ KU GELEK JI AXÊ HEZ DIKIRIM’ 
 
Aytekîn, got ku heta ku destên wî bigirin û çavê wî bibînin dê ji aaxê hilberînê bike û wiha dawî li axaftina anî: “Ji ber vî karî kes nikare ji min re bibe asteng ku vî karî bikim. Ne hevjîna min, ne zarokên min û ne jî derdora min nikarin bibin asteng. Ez Aşiq Veyselê ku ji axê hez dikim.”