Patron cudakariya sendîkayan li karkeran dike

img

RIHA – Li Rihayê di fîrmayek tekstîlê piştî rewşa “asayîbûnê” dîsa dest bi hilberînê kir. Vê carê tekstîlê di navbera karkeran de cudakariya sendîkayê kir. Tekstîlê karkerên endamên sendîkaya hikumetê paş de girt kar lê karkerên endamên sendîkayên muxalîf negirt kar.

Fabrîkaya tekstîlê ya bi navê Ozak a aydê Holdînga Ozak Global ku li Rihayê ye ji bo vîrûsa koronayê navber dabû karê xwe. Piştî pêvajoya “asayîbûnê” dest pê kir, tekstîlê dest bi hilberînê kir lê belê cudakariyê xist navbera karkeran. Fîrmayê karkerên endamên sendîkaya Hak-Îşê ya nêzî hikumetê girt kar lê belê tenê hin karkerên endamên Sendîkaya Tekstîlê ya girêdayî DÎSK’ê û gelek karkerên endamên vê sendîkayê negirt kar. 
 
Karker diyar dikin ku tenê sedemek wan venegeriyane karê xwe heye ew jî ji bo ku endamên Tekstîl Sen’ê ne. Rayedarên fîrmayê soz daye karkeran dê piştî 1’ê tîrmehê bigirta kar. Piştî serê mehê karker çûn kar lê ewlekar û leşkeran karkeran asteng kir û li karkerên bi navê Ahmet Yusuf Çali û Erkan Taş dabûn.
 
Karkeran ji bo karêxwe bi rayedarên fîrmayê re hevdîtin kirin û vê carê jî girtina wan kar taloqî 4’ê tebaxê hat kirin. 
 
‘CUDAKARIYÊ DIKIN’ 
 
Erkan Taş û Abdulbakî Aksû ku endamên Tekstîl Senê ne û hêj venegeriyane karê xwe diyar kirin ku wan xwestiye ew biçin kar lê li leşker û ewlekarên taybet li wan dane û tevî rayedaran soz daye wan jî dest bi kar nekirine. Karkeran got ji bere w endamên Tekstîl Senê ne cihê kar cudakariyê dixin navbera wan û dixwazin hejmara karkerên sendîkayî ku xwe bi rêxistin dikin kêm bikin. Karkeran anî ziman ku rayedarên kar pir eşkere cudakariyê dixin navbera karkeran û ew ê vê neheqiyê qebûl nekin. 
 
Di rojên derbasbûyî de tevî ku hin karker li tekstîlê bi vîrûsa koronayê ketibûn jî kar nehatibû girtin û hilberîna xwe domandibû.