Bi Mala Tenûrê debara xwe dike

img

QERS - Esmer Ûlûçay, diyar kir ku Mala Tenûrê ya Şaredariya Qersê vekir bûye çavkaniya debara wê û wiha got: “Di saya vê projeyê de, ez êdî hewcedarî tu kesî nabînim. Ji bo ku mirov dibin tehakûma kesekê de nemîne, divê rêyekê ji xwe re bibin e.” 

 
Şaredariya Qersê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêve dibe, ji bo piştgiriyê bide îstîhdama jinan li Parka Îsmaîl Aytemîz Mala Tenûrê vekir. Ev Mala Tenûrê, ji bo dayika  4 zarokan Esmer Ûlûçay bû çavkaniya debarê. Ûlûçay, piştî ku Mala Tenurê hat vekirin, ev 6 mehe nan dipijîne. Ûlûçay, xwest ku şarederî qadên wiha zêdetir veke. 
 
LI ZAROKÊN XWE MÊZE DIKE
 
Ûlûçay, da zanîn ku di saetên serê sibê yên zû de dest bi pêxistina tenûrê dike û wiha axivî: “Ez rojê nêzî 200 nanan çêdikim. Di demek nêz de wê gelek jin jî bên vê derê û dest bi pijandina nan bikin. Ez û malbata xwe berî 5 salan ji gund hatin li Qersê bi cih bûn. Min tiştek ne dizanî. Tişta min dizanî tenê pijandina nanê tenûrê bû. Min bi hevşaredaran re hevdîtin kir. Ji min re behsa vê projeya xwe kirin. Min jî ji wan re got, ez jî dixwazim di vê projeyê de cih bigirim û ezê bi layîqî vî karê xwe bi cih bînim. Hemû zarokên min dixwînin. Ez jî neçarim ku li zarokên xwe mêze bikim. Ji ber vê min daxwaza vî karî kir. Wan jî qebûl kir û min tavilê dest bi kar kir. Ji hevîr bigirin heya pijandina nan û paketkirina wê ez her tiştî dikim.” 
 
‘DIVÊ JIN RÊYEKÊ JI BO XWE BIBÎN IN’
 
Ûlûçay, dest nîşan kir ku ji karê xwe pir hes dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev der çawan vebû, daxwazên welatiyan pir zêde bûn. Êdî ez bi sparîşan re nagihêjim. Şaredarî wê çend jinên din bigire vî karî. Ezê bi van jinan re karê xwe dewam bikim. Jin wê bi vê yê debara xwe bikin. Şaredariyê bi vê projeyê karek baş ji bo jinan kiriye. Jin dê bi xwe pereyên xwe qezenc bikin. Dema jin dixebitin, di malê de jî jiyanek hevpar derdikeve holê. Dîsa baweriya jinan zêdetir dibe. Ji bo ku jin dibin tehekuma kesekê de nemînin divê ji bo xwe teqez rêyekê bibînin.”