Cenazeyên 2 karkerên agiriyî 4 roj in li Cezayîrê tên sekinandin

img
AGIRÎ -  Karkerên bi navê Mûrat Yaşar û Alî Ceylan ên agiryî ku li Cezayîrê ji îskeleya înşaatê de ketin û jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê wan 4 roj in li morgê tên rawestandin.
 
Karkerên bi navê Mûrat Yaşar ê bavê 4 zarokan û Alî Ceylan ê bavê zarokekî ku beriya 3 mehan ji bo xebatê çûn Cezayîrê, di 4’ê tîrmehê de ji ber ku xelata îskeleya înşaatê qetiya, ji qata 9’an ketin û jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku karkerên ji Şîrketa Er-Yapiyê re xebitîne, bêyî ku bergirî bên girtin li ser îskeleyê dane xebitandin û ji berk u qayîşa ewlehiyê gire nedane ji îskeleyê ketine. 
 
Malbatên Mûrat Yaşar û Alî Ceylan ên li navçeya Giyadînê dijîn, daxwaz kirin ku cenazeyên wan ên li morgê tên rawestandin demildest radestî wan bên kirin.