Xizmetkarên tenduristiyê dê serlêdana sûc bikin

img
ÎZMÎR - Xizmetkarên Tenduristiyê, dê li dijî biryara Lijneya Hifzissihha ya Îzmirê ku armanc dike çalakiyên xizmetkarên tenduristiyê qedexe bike, serlêdana sûc bikin. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Îzmirê Nursel Yucesoy, anî ziman ku ew ê li dijî vê biryarê serlêdana sûc bikin. 
 
Xizmetkarên tenduristiyê li dijî helwesta Rêveberiya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dokuz Eylul ku heqê  kedkarên tenduristiyê qut kiribû, 15 rojan çalakî li dar xistibûn. Piştî çalakiya 15 rojan a kedkarên tenduristiyê Dekanê Fekulteya Tipê  Prof. Dr. Murat Celiloglu îstifa kiribû. Lijneya Hifzissihha ya Bajarê Îzimrê jî ji 1'ê Tîrmehê û şûnde bi armanca rê li pêş çalakiyên ji bo mafê xwe biparêzin li ber Fakulteya Tipê ya DEU li dar dixistin asteng bikin, biryar girt û hemû daxuyanî û çalakiyên li li pêş saziyên tenduristiyê qedexe kir. Li dijî vê yekê xizmetkarên tenduristiyê dê serlêdana sûc bikin. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Îzmirê Nursel Yucesoy, anî ziman ku ew ê li dijî vê biryarê serlêdana sûc bikin. Yucesoy, kararin, anî ziman ku ev biryar ne ji bo  tedbîrên li dijî şewbê ye û wiha got: "Bi van qedexeyan dixwazin xizmetkaren tenduristiyê neyên cem hev. Em vê biryarê qebûl nakin. Em ê li dozgeriya komarê serlêdana sûc bikin. Armanca van çalakiyên me ew bû ku em randevû ji Serhekîmê Fakulteya Tipê ya DEU bixwazin û mafê xwe paşve bixwazin. Lê hemû daxwazên me yên hevdîtinê red kirin. Serhekîm li şûna bi me re hevdîtin bike, di medyayê de li ser daxwaza îqtîdara siyasî, li dijî me daxuyanî dan. Me bi dehan caran diyar kir ku em dest ji mafê xwe bernadin. Em tu carî vê neheqiyê qebûl nakin."  
 
 
EM Ê SERLÊDANA SÛC BIKIN
 
Yucesoy, herî dawî anî ziman ku dê li dijî biryara Lijneya Hifzissıhha Bajar a Îzmîrê serlêdana sûc bikin û wiha got: "Em ê çalakî û bernameyê xwe li gorî mafê xwe yê demokratîk û rewa berdewam bikin. Em ê heta dawî mafê xwe biparêzin. Em jiyana li gorî rûmeta mirovahiyê dixwazin."