Rêveberên TUM BEL-SEN'ê Îkram Mihyaz ê 26 sal berê hat kuştin bibîr anî

img
AMED - Endam û rêveberê Şaxa TUM BEL-SEN'ê ya Amedê, sazumankarê sendîkayê Îkram Mîhyaz ê 26 sal berê hat kuştin li avahiya xwe bibîr anîn. 
 
Endam û rêveberên Şaxa Sendîkaya Kedkar û Xizmetkarên Herêmî û Hemû şaredariyê (TUM BEL-SEN) ya Amedê sazumankarê sendîkayê Îkram Mîhyaz ê 26 sal berê di 5'ê Tîrmeha 1994'an de li Îzmirê hat kuştin li avahiya xwe bibîr anîn. Di bernameya bîranînê de Hevserokê Şaxa TUM BEL-SEN'ê Mehmet Candar, diyar kir ku Îkram Mihyaz di hemû jiyana xwe de têkoşîna mafê ked û demokrasiyê da û wiha got: "26 sal derbas bûn, lê hêj kuştina Mihyaz nehatiye ronîkirin. Wekî hemû cînayetên kujerên wan nediyar, kujerê Îkram Mihyaz jî hêj nediyar e. Bi kuştina Îkram Mihyaz xwestin kesên rewşenbir, demokrat û parazvanên mafên mirovan bitirsînin û wan ji lêgerîn û têkoşînê ya heqîqet, demokrasî û mafan dûr bixin."  
 
 
Candar, da zanîn ku tu carî dest ji doza wî bernadin û bi biryarin ku erk û berpirsiyariya xwe ya li hemberî Mihyaz bibcih bînin.