DÎSK: Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin

img
DÎLOK – Nûnerê Herêma Dîlokê yê Sendikaya Tekstîlê ya girêdayî DÎSK'ê Mehmet Turkmen, diyar kir ku rayedar daxwaza patronan ji tenduristiya karkeran girîngtir dibînin û wiha got: "Li Dîlokê di pêvajoya şewbê de karker qet nesekinîn. Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin û karşer di rîska vîrûsê de kar dikin." 
 
Herêma Pîşesaziya Organîze ya Dîlokê li Tirkiye 5'emîn pîşesaziya herî mezin a Tirkiyeyê ye. Di pêvajoya şewba Covid-19 de hêj tedbîr li qada pîşesaziyê nayên girtin û karker di şertên giran de kar dikin. Li bajarê Dîlokê ku Hezar û 500 febriqe hene, nêzî 150 hezar karker lê kar dikin. Li gel pêvajoya şewbê jî dîsa gelek kargerî nehatin girtin û karker di şertên vîrûsê de kar kirin. Têkildarî rewşa karkeran û febrîqeyan Nûnerê Herêma Dîlokê yê Sendikaya Tekstîlê ya girêdayî DÎSK'ê Mehmet Turkmen, ji Ajansa me Mezopotamya re nirxandin kir. Turkmen, anî ziman ku rayedarên herêmê berî her tiştî daxwaz û berjewendiyên potronan esas digirin û wiha got: "Tenduristî û daxwaza karkeran di plana duyemîn de ye. Ji ber vê yekê li vir rexîstinkirina karkeran girîng e. 
 
’DI 50 FEBRÎQEYAN DE VÎRÛS HAT DÎTIN
 
Turkmen, anî ziman ku Dîlok di nava bajarên Tirkiyeyê de yek ji bajarê herî girîng ê karkeran e û wiha got: "Di pêvajoya vîrûsa corona de tenduristiya karkeran di talûkeyê de ye. Li Dîlokê piştî pêvajoya  asayîbûnê dîsa vîrûs belav bû. Li Pîşesaziya Organize ya Dîlokê fabrîqeyên ku vîrûs neketiye tune. Bi qasî kesên serî li me daye û me tespît kiriye li Dîlokê herî kêm li 50 fabrîqayan karker bi vîrûsa coronayê ketin. Li Herêma Pîşesaziya Organîze herî kêm Hezar û 500 febrîqe hene. Dema mirov lêkolîn bike vîrûs li nava hemû karker û febrîqeyan belav bûye. Dîsa li Rihayê jî di Pîşesaziya Organîze de di 5 febrîqeyan de vîrûs hatiye dîtin. Em dizanin ku di Febrîqeya Tekstîlê ya Ozakê de 3 karker bivîrûsê ketine. Lê dîsa karker karê xwe didomînin û tedbîr nayên girtin. Li gel ku vîrûs belav dibe jî karker kar dikin û hilberîn didome. Tedbîr nayên girtin.  Li gorî agahiyên ji mere hat, li fabrîqeyên ku testa 30 - 40 karkeran pozitif derket jî hilberîn didome. Li aliyê din li van febrîqeyên ku vîrûs lê hatiye dîtin, qerantîna tune. Ne febrîqeyê û ne jî karkeran dixin qerantînayê. Febrîqeyên herî baş karkerên ku testa wan pozitif derket 10 - 15 kesan dixin qerantînayê. lê fabrîqeyê naxin qerantinayê. Hemû karkerên febrîqeyê bi şiklekî bi hevre di nava temasê de ne. Heman xwaringeh, heman salona cilguhertinê û heman serwîsê bikar tînin. Divê testa hemû karkeran bê kirin û febrîqeyê têxin qerantînayê. 
 
3 KARKER BI VÎRÛSÊ MIRIN 
 
Turkmen, da zanîn ku agahiya li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Dîlokê 3 karker bi vîrûsê mirine gihiştiye wan û wiha lê zêde kir: "Li Febrîeya Tekstîlê ya Çelik Aslan 2 karker bi vîrûsê mirin. Lê hilberîn didome. Me dît ku di pêvajoya şewbê de rêveberên herêmî û îqtîdarê ji bo karkeran tu tedbîr negirtiye. Di serdema qedexeyan de dîsa karkerên li Herêma Pîşezasiyên Organîze kar kirin. Li jêra Herêma Pîşesaziya Organîze gundê Sam heye. Li vî gundî 6 hezar mirov dijî. Ji sedî 80 welatiyên vî gundî karkerên febrîqeyan in. Piştî li vî gundî şewb zêde bû hêj nû gund xistin qerantînayê. Lê li ser daxwaza 2 patronan piştî 3 saetan qerantîna ji ser gund rakirin. Li ser daxwaza patronan qerantîna radikin. Ev jî nîşan dide ku tenduristiya bi 10 hezaran mirov di destê 2 patronan de ye. Daxwaza patronan ji tenduristiya karkeran bi qîmettir e. 
 
Turkmen, herî dawî anî ziman ku di serdema qedexeyan de welatiyên derketin derve ceza li wan birîn, lê li patronên ku karker dan xebitandin ceza nehat nivîsandin û wiha got: "Divê li dijî vê yekê hemû karker bibin yek. Divê karker xwe bi rêxistin bikin. Divê ji bo em mafê xwe biparêzin û li mafê xwe xwedî derkevin em bêtir xwe bi rêxistin bikin. Divê hemû karker li keda xwe û mafê xwe xwedî derkevin û bibin yek." 
 
MA / Bariş Polat