Bozgeyîk: Li dijî baca bê însaf, bê ewlehî û xizaniyê têbikoşin 2019-12-18 15:45:50   EDENE - Kedkarên li Mêrsîn û Edeneyê beriya mîtînga "Ji bo jiyanek bi mirovane" ya KESK di 21'ê Kanûnê de li Mêrsînê li dar bixin banga tevlêbûnê kir. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, bang li hemû karker û kedkaran kir û xwest li dijî xizanî, bê însanafa bacê û bê ewlehiya kar û kedê têbikoşin.    Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edene û Mêrsînê dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê KESK Mehmet Bozgeyik di 21'ê kanûnê de li Mêrsînê mîtîngê li dar bixin. Beriya mîtînga "Ji bo jiyanek bi mirovane" Endam û Rêveberên Platforma Şaxan a KESK'ê li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik beşdar bû û banga tevlêbûnê kir. Bozgeyik, diyar kir ku îqtîdar wêneyekî rengîn xêz dike û her tiştî xweş û geş nîşan dide û wiha got: "Îqtîdar rastiyê bincil dike. Betalî reqor li ser reqorê derbas dike. Di nava van şert û mercên giran de zem li ser zemê zêde dikin. Hemû daxwazên rewa yên karker û kedkaran red dike û bi binçavkirin û girtinê bersîvê dide wan. Ji ber vê yekê em bang li hemû karker û kedkaran dikin ku di 21'ê Kanûnê de li Stadyûma Tevfik Sırrı Gur a Mêrsînê her kes beşdarî mîtîngêbibe û daxwazên xwe bînin ziman.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî da. Nûnerên hêza ked û demokrasiyê jî bang li hemû kedkar û karkeran kir û xwest beşdarî mîtinga  21'ê Kanûnê bibin û daxwazên xwe bînin ziman.