Karker: Em ancax bi çalakiyên gel ên rêxistinkirî dikarin ji krîzê derkevin 2019-11-16 09:27:51 STENBOL - Karkeran anî ziman ku fatûreya krîza aborî li wan tê barkirin û helwesta partî û sendîkayan rexne kirin. Karkeran, got: "Em ancax dikarin bi çalakiyên gel ên rêxistinkirî ji krîzê derkevin."  Herî zêde jî krîza aborî tesîrê li karkeran dike. Karkeran, bal kişand ser bihabûnê û helwesta partî û sendîkayan a ji bo krîzê rexne kirin. Karkeran, got: "Fatûreya krîzê li me karkeran tê barkirin. Em ancax dikarin bi çalakiyên gel ên rêxistinirî yên wekî Lubnan û Şîliyê ji krîzê derkevin."    KRÎZ Û CINAYETÊN KAR    Karkerê înşeatê Sedat Aydin, anî ziman ku hejmarên enflasyonê yên tên aşkerekirin ne rast in û got: "Çimkî gava em diçin bazarê em destvala vedigerin. Ji ber krîzê em zebze û fêkiyan hebo hebo dikirin. Serokomar ji sedî 24 meaşê xwe zêde kir, lê ne xema kesî ye ku karker çawa debara xwe dikin." Aydin, diyar kir ku di serdema krîza aborî de cinayetên karî zêde bûne û got: "Di 2 rojên dawî de 3 hevalên me li şantiyeyê jiyana xwe ji dest dan. Di vê krîzê de patron ji bo zêde qezenc bikin ewlehiya karî pêk naynin. Ji ber li balafirgehê ronahî tuneye, karker li ber ronahiya telefonên xwe dixebitin."    ‘EM BI ÇALAKIYAN DIKARIN JI DERHEQÊ KRÎZÊ DERKEVIN'    Aydin, destnîşan kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şaş ên aboriyê ne û got: "Em ancax dikarin bi çalakiyên gel ên rêxistinkirî yên wekî Lubnanê û Şîliyê ji derheqê vê krîza aborî derkevin."    ‘MEAŞ KÊM BÛN'    Karkerê înşeatê Hasan Ogûz jî destnîşan kir ku nexasim sektora îneşatê tesîreke mezin ji krîzê girtiye û got: "Di salekê de nêzî milyonek karkerên înşeatê betal man. Ez jî tev li vê karwana betalan bûme. Ez li înşeata Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê dixebitîm, lê bel ji ber rêxistinbûyîna li wir ji kar hatim derxistin. Demeke dirêj e betal im." Ogûz, da zanîn ku gelek karker ji tirsa ku dê ji kar bên derxistin bêdeng dimînin û got: "Ev yek etsîrê li meaşan jî dike. Di karên wisa de cara ewil e meaşê kêmtirîn dibînim."    ‘DI BÊRÎKA MIN DE PERE TUNEYE'    Ogûz, diyar kir ku bi mehan e ji ber heqê telefona xwe nedaye niha bê telefon e û got: "Heta derekê hevalên min alîkariya min kirin. Em di xanî de dimînin. Heqê kirê heye, heqê mitbexê heye. Ji ber di bêrîka me de pere tuneye, êdî em nikarin biçin bazarên semtî jî. Ji ber pere bi me re tuneye em nikarin bi hevalên xwe re rûnên û çayekê jî vexwin."    Ogûz, destnîşan kir ku karker bedêla krîza aborî didin û got: "Pêşî divê bêedaletiya di bacê de ji holê bê rakirin. Êdî karker ji patronan bêtir bacê didin. Bi milyonan baca patronan bi derbekê tê paqijkirin, lê radibin tazmînata kidemî ya karkeran ji dest wan distînin. Ji bo ji derheqê krîza aborî bê derketin divê fatûre li patronan bê birîn. Divê feraseteke ku mafê karkeran diparêze hebe. Lê belê niha ji bo Tirkiyeyê rewşeke wiha ne mumkun e." Ogûz, bilêv kir ku divê welatî xwe birêxistin bikin û bêdeng nemînin.    ‘HIKÛMET TENÊ XWE DIFIKIRIN'    Hasan Kaya ku di sektora metalê de dixebite jî got: "Li Tirkiyeyê krîzeke aborî ya kûr heye. Mirov nikarin jiyana xwe bidomînin. Tê gotin hezc li ser 10 milyon mirovî heye. Karker gava 5-10 lîreyan xerc dike jî pêşî difikire." Kaya, bal kişand ser budçeya 2020'an jî û got, AKP tenê ji bo berjewendiyên sermayeyê tev digere û wiha domand: "Divê hikûmeteke ku guh dide kedkaran hebe."