Ji ber dermankirineke şaş populasyona kêzikên zirarê didin pembû zêde bûye 2019-09-06 09:12:42 AMED – Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman, bilêv kir ku di 5 salên dawî de ji ber dermankirineke şaş, zirareke mezin gihaştiye pembû û populasyona kêzikan zêde bûye. Ûcaman,  anî ziman ku kurmê kesk ji sedî 30 bereketa pembû kêm dike û xwest li dijî kêzik û kurman têkoşina biyolojîk pêş bixin.  Paleyiya pembû dest pê kir. Lê belê piraniya cotkaran ji berdariya îsal ne razî ne. Sedema vê jî dermankirineke çewt û zêdebûna populasyona kêzikan e. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcûman, bilêv kir ku di 5 salên dawî de ji ber dermankirineke çewt, zirareke mezin gihaştiye pembû û populasyona kêzikan zêde bûye. Ûcaman, ji bo vê bal kişand ser rêbazên çandeyî.    ‘JI BER DERMANKIRINA ÇEWT KÊZIK ZÊDE BÛN'    Ûcûman, bilêv kir ku di 5 salên dawî de li herêmê ji ber dermankirineke çewt populasyona kêzikên zirarê didin pembû zêde bûye. Ûcûman, diyar kir ku ev kêzik tenê zirarê nadin pembû didin nebatên din jî û nahêlin gûzika pembû baş bigihê. Ûcûman, bilêv kir ku ev kêzik bi xwe re nexweşiyên din jî tînin û got: "Nexasim jî ev kêzikên kes di dema xwe yî lavrayî de, tesîreke zêde li pembû dikin. Dikevin nav gûzika pembû û nahêlin pembû kulîlkê vebike."    Ûcûman, destnîşan kir ku li herêmê ji bo pembû 15-20'Ê Tebaxê serdemeke pir girîng e û got: "Dema di vê serdemê de bên dîtin û mudaxile neyê kirin ev dibe sedema ku ebrdarî 30 ji sedî kêm bibe."    Ûcûman, li hemberî van kêzik û kurmikên kes ji bo çareseriyê îşaret bi rêbazeke çandeyî ya bi navê predator kir. Ûcûman, diyar kir ku predator van kzikên navbirî ji holê radikin û got: "Ji ber em bi dermankirineke çewt kêzikên predatorî (nêçîrvan) jî tune dikin, bandora zirarê zêde dibe û ev yek dibe sedema zêdebûna populasyona wan û rê li ber zirareke mezin dike."    Ûcûman, destnîşan kir ku di demên dawî de dermanên çandiniyê li hemû marketan tên firotin û got: "Ji ber polîtîkayên şaş welatî dermanên çandiniyê ji deverên din peyda dikin. Ev derman, dibin sedema mirina kêzikên kêrhatî jî û ji ber vê 5 sal in populasyona kêzikên zirarê didin pembû û nebatên din pir zêde bûye."    Ûcûman, ji bo cotkar ji van kêzikên zirarê didin xelas bibin bal kişand ser rêbazên açndeyî û got: "Divê erd tim bê analîzkirin. Dema pembû gûzik digire divê tim bê kontrolkirin. Wexta çandinî bi zanebûnî bê kirin û derman di wext de bên dayîn wê pembû baş be. Hem jî bi vî awayî wê kêzikên kêrhatî bên parastin."