Bi 100 hezar kurmîkî dest pê kir... 2019-09-03 09:03:49   RIHA - Mehmet Emîn Yavûzer ku li Pirsûsê tesîsa gubreyê kurmikan ava kir, bi milyonek kurmik mehê 2 ton gubre çêdike.    Li Taxa Tîlal a Pirsûs a Rihayê, Mehmet Emîn Yavûzer bi 100 hezar kurmîkî dest bi çêkirina gubre kir. Lê belê niha kurmikên Yavûzer zêdetirî milyonekê ne û ji bo vê dibje, gubreyê kurmikan gubreyekî organîk e, madeyên pençeşêrî di xwe de nahebîne û berdariyê zêde dike.    HENEKÊ XWE PÊ DIKIRIN    Yavûzer, bilêv kir ku gava wî dest bi vî karî kiriye gelek kesan henekê xwe pê kiriye û got: "Niha jî hin kes henekê xwe dikin. Dibêjin 'ma kurmik çi ne ku gubreyê wan tiştek be.' Bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mam."    MEHÊ 2 TON GUBRE    Yavûzer, anî ziman ku ew bo kompostoyekê kurmikan xwedî dike û got: "Ji bo xwedîkirina kurmikan kompostoyek heye. 70 ji sedî yê vê kompostoyê gubreyê heywanan ê şewitandî ye û 30 ji sedî jî bermayiyên nebat, fêkî, çay û qalikên hêka ne. Em evana hemûyan tev li hev dikin û didin wan. Em bi vî awayî wan xwedî dikin. Mehê hema bêje 2 tun gubre çêdibe. Daxwaza ji bo vî gubreyî zêde ye. Ê dikire careke din jî tê. Mirov jê razî ne."    Yavûzer, bilêv kir ku 2 sal û nîv n vî arî dike û pereyê bi dest wî dikeve ji bo mezinkirina tesîsê xerc dike û got: "Heta ji destê min tê dixwazim karê xwe mezin bikim. Min bi 100 hezar kurmikî dest bi vî akrî kir. Niah zêdetirî milyonek kurmikên min hene. Dema min ewilî dest bi vî karî kir min kurmik ji fîrmayeke Amerîkayê kirîn. ewilî min li qadeke 10 metrekareyî dest pê kir. Piştî hinekî perê me çêbû min tesîs mezin kir. Niha jî kêmasiyên me hene. Pereyê bi dest me dikeve em ji bo vê xerc dikin."