Wesayîta ku karkerên çandiniyê lê siwar bû qulipî: 17 karker birîndar bûn 2019-09-02 12:08:26 MANÎSA - Li Kula, mîdîbusa karkerên diçûn komkirina tirî qulipî û di qezayê de 17 karker birîndar bûn.    Mîdîbusa karker çandinê yên lê sîwar bûn û ji Taxa Çakirbelî ya navçeya Kula ya Manîsa ji bo komkirin tirî diçûn Alaşehîrê, di şerampolê de qulipî. Di encama qulipîna mîdîbusê de, ajokarê wesayîtê Yuksel Ilgin ê 40 salî û 16 karker birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyan. Hat hîn bûn ku talûkeya jiyana birîndaran nîne.    Hat, diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.