Karkerên tersaneyan bi mirinê re rû bi rû ne 2019-09-01 09:39:06   STENBOL - Karkerên Tersaneyên Tuzla ku bi keda erzan û nîv heqî karên giran dikin, diyar kirin ku karê herî dijwar û talûke dikin û bi mirinê re rû bi rû ne. Karkeran destnîşan kirin ku li gorî nasnameya wan karbeşiyê dikin û ji mafê xwe yê sendîkayî bêpar in.    Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) herî zêde karker di karên îşnaet û tersaneyan de dibin qurbanên kar. Li tersaneyan hem kar pir dijwar e, hem jî mafê karkeran tê xwarin. Karker ji gelek mafên zagonî û sendîkayî bêpar in. Karker di nava şert û mercîn giran de kar dikin û gelek ji wan dibin qurbana qezayên kar. Yek ji van tersaneyan ya Tuzlayê ye. Karkerên ku li Tersaneya Tuzla kar dikin anîn ziman ku bi heqê erzan û ji mafê xwe yê sendîkayî bê par kar dikin. Karkeran anîn ziman ku heqê keda wan tê xwarin û mafê wan ê ewlehiyê nayê parastin.    Karkerê tersaneyê Hakan Vahîç ku 6 salin kar dike diyar kir ku di karê boyaxa keştiyan de dixebite û wiha got: "Boyaxa berê bi xîzê tê xeritandin. Ji ber kar pir giran û dijwar e em nikarin tedbîran bistînin. Gelek karker ji ber ceyran bi wan ve dizeliqe û ji bilindahiyê dikevin xwar jiyana xwe ji dest didin. Herî zêde karker di vê sektorê de jiyana xwe ji dest didin. Ji bo yên qeza derbas dikin tenê rapor digirin, lê yên ku jiyana xwe ji dest dirin ser kuştina wan bincil dikin û  vedişêrin. Karkerên ku li dijî vê yekê dengê xwe bilind dikin jî rastî gefên fîrma û şîrketan tên."     LI GORÎ NASNAMEYÊ KAR DIDIN WAN   Hakan Vahîç, anî ziman ku hem di şertên giran de kar dikin û hem jî karbeşiya kar li gorî bawerî û nijada wan tê kirin û wiha lê zêde kir: "Heqê me pir kêm e. Karê em dikin pir dijwar e. Karbeşiya kar li gorî nasname û baweriyê dikin. Mafê karkeran ê civakî û tenduristiyê tune ye. Li gorî bawerî, çand, ziman û nijadê kar didin karkeran. Di karên herî giran û talûke de karkerên Erel û Kurd didin xebitandin. Karkerên Kurd û Ebeb karên demsalî dikin. Karên bi rêk û pêk û bi ewle nadin wan.    MAFÊ SENDÎKAYÊ TUNE YE   Karker Azad Şahin jî diyar kir ku karker hem karê dijwar dikin û hem jî ji mafê xwe yê sendîkayî bêpar in. Şahîn, anî ziman ku bi kedek pir erzan kar dikin û karê herî dijwar dikin, lê ji mafê xwe yê sendîkayî û zagonî bêpar in.