Qeyûm 150 karkeran ji kar derxist 2019-08-29 15:55:01   MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê 150 karkeran ji kar derxist. DÎSK’ê banga “têkoşîna bi hev re” li karkeran kir.    Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin dest bi derxistina ji kar a karkeran kir. Qeyûm dawî li karê 150 karkerên di Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MAR-SU) de dixebitîn anî. Hat zanîn ku di nava karkerên ji kar hatine derxistin ên di serdema berê ya qeyûm de jî dixebitîn hene. Hat ragihandin ku ji bo derxistina karkerên din jî amadekarî tên kirin.    DIBE KU HEJMAR ZÊDE BIBE    Serokê Şaxa Genel-ÎŞ’ê ya girêdayî DÎSK’ê Rahmî Guneş da zanîn ku heta niha 150 karker ji kar hatine derxistin û metirsiyên wan hene ku hejmara karkerên ji kar bên derxistin zêde bibin. Guneş got li gorî agahiyên ji wan re diçin dê gelek karkerên li şirketa şaredariyê KENT dixebitin jî ji kar bên derxistin û derxistina karkeran a ji kar qebûl nakin. Guneş got ew li cem karkeran cih digirin û xwest ku rêveberiya qeyûm destê xwe ji ser karkeran rake.    SENDKÎKAYÊ BANG LI KARKERAN KIR    Guneş bang li karkeran kir û got: “Bila hevalên me karker werin sendîkayê û em bi hev bişêwirin ka em dikarin çi bikin. Em ji bo parastina mafê karkerên xwe amade ne. Em nexşerêya xwe bi hev re diyar bikin. Em bang li hemû karkeran dikin û bila werin em bi hev re têbikoşin.”