Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin 2019-08-07 09:04:09 RIHA - Koçervanî ku yek ji aktorên herî sereke ya aboriya herêmê ye, gav bi gav tune dibe. Koçerên ku êdî nikarin ka û ceh bikirin, ji bo ku sewalên xwe bifiroşin çûn bazara sewalkariyê. Lê koçer ji vê derê jî dest vale vegeriyan malên xwe.   Krîza aborî li koçerên li quntarên Çiyayê Karacadagê ya navçeya Sîweregê ya Rihayê dijîn jî xist. Koçerên Sîweregî yên 12 mehên salê bajar bi bajar û zozan bi zozan digirin û sewalkariyê dikin, ji giranbûna bihayê ceh û kayê bi gilî û gazincin. Koçber bi zorê av û mêrgan dibin ku sewalên xwe lê biçêrin.   KOÇERTÎ DIQEDE   Omer Gurkan, diyar kir ku wî sewalên xwe birine bazar, lê bêyî ku bifiroşe şûnde anîne malê û wiha axivî: “Ev 52 salin ez sewalkiriyê dikim. Dinava sê salên derbas bûyî de, pir hindik bejî qezenceke me hebû, lê îsal tu qezenceke me tuneye. Rewşa me ya îsal hema bêje miriye. Cih û warê me tuneye. Niha havine û li cihên ku em dibînin ava tuneye. Em kîloya penîr bi 5 TL’an difiroşin. Êdî tu tiştê sewalan pere nake. Piştî demsala havînê em neçarin ku cihek din ji xwe re bibînin. Ji bo cihên ku em diçinê jî, 30-40 hezar TL ji me dixwazin. Jiyana me 12 mehên salê di nava konan de derbas dibe. Em perîşan bûn. Berê qet nebe dema me sewalên xwe dibirin bazaran me dikarin em wan bifiroşin. Ji ber vê em pişt rast bûn. Lê êdî rewş guheriye. Ji ber ku em nikarin debara xwe bikin, zarok diçin bajaran dixebitin. Êdî em nikarin bi van mihan debara xwe bikin. Her roja diçe koçertî tune dibe.”   AV TUNEYE   Fahrî Gerçek ê 30 salin li heman herêmê koçertiyê dike jî, anî ziman ku li cihê ku lê dijîn av tuneye û wiha axivî: “Em pirsgirêka avê pir dijîn. Li gorî mesrefa ku em li sewalan dikin, qezenca me ewqas tune. Em kîloya kayê bi 1 TL dikirin û em mihekê jî bi 500 TL’an difiroşin. Ji bo ku li vê derê golekê çêbikin, me serlêdan kir, lê tu bersiv ji bo me nehat dayîn. Rewşa em ya îsal pir xerabe. Em avê li ser pişta keran tînin.”    ZAM LI SER ZAMÊ ZÊDE DIKIN   Koçerê bi navê Şefîk Koyûncû jî, bertek nîşanî zamên tên zêdekirin da û wiha bilêv kir: “Bihayê kayê, ceh û cih girane. Lê bihayê sewalan pir erzane. Êdî em nizanîn emê çibikin. Zam li ser zamê zêde dikin. Ma ev heqe. Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin.”    BÊ CEYRAN Û AVÊ DI KONAN DE DIJÎN    Enver Gurkan jî, da zanîn ku sal 12 meh bi malbata xwe re di konan de dijî û got: “Av û ceyrana me tuneye. Di van şert û mercan de, em cihekê ku sewalên xwe lê bidin çêrandin nabînin.”