Di 2002'an de bi 3.55 kîlo petêx 1 lître mazot dihat kirîn Di 2018'an de bi 5.52 kilo petêx 1 lître mazot tê kirîn 2019-08-05 09:01:07     AMED - Tirkiye di nava welatê cîhanê de di rêza 2'emîn welatê cîhanê yê herî zêde hilberîna petêxan dike ye. Tirkiye salê 1.8 milyon ton çandiniya petêxan dike. Li Tirkiye herî zêde li Edeneyê çandiniya petêxan tê kirin. Lê li aliyê din qîmeta petêx kêm dibe û rençber naxwazin zêde petexên biçînin. Li gorî rapora Odeya Endezyaran di 2002'an de bi 3.55 kîlo petêx 1 lître mazot dihat kirîn, di 2018'an de bi 5.52 kilo petêx 1 lître mazot tê kirîn. Di nava 16 salên serdema AKP'ê de qîmeta petêx kêm bûye û mazot zêde bûye.    Li gorî rapora Odeya Endezyaran a Tirkiye, di nava welatê cîhanê de Tirkiye di rêza 2-3'emîn a welatê cîhanê de ye. Piştî Çînê herî zêde li Tirkiye petêx tên çandin. Li gel vê yekê Tirkiye her salê 1.500 ton petêx ji derve dikire. Li bajarên Tirkiye jî herî zêde li Edeneyê petêx tê çandin. Piştre li Konya, Denîzlî, Antalya, Enqere û Manisayê tên çandin. Tirkiye salê li ser 750 hezar dekar 1.8 milyon ton petêx diçîne û kom dike. Serê şexs salê 22 kg petêx tê xwarin. Li gorî daneyên sala 2018'an serê dekarê 2.386 kg petêx hatiye komkirin. Di sala 1961'an de li ser 920 hezar dekar petêx hatiye çandin, lê di sala 2018'an de çandiniya petêxan kêm bûye û daketiye 735 hezar dekarî. Her çend bereketa petêxan zêde bûbe jî serê şexs xwarina petêx ji 40 kîloyan daketiye 22 kîloyan. Tirkiye û Îran piştî çînê welatê herî zêde petêxan diçînin. Tirkiye salê 8 hezar ton petêx îxrac dike. Li gorî daneyên 2018'an 1.500 ton texê îthal kiriye. Li gel ku welatê herî zêde petêx lê tê çandin Tirkiye ye jî dîsa welatê herî zêde petêxan îxrac dike Îspanya û Guatemala ye. Ger ku li gorî daneyên 2000'an buhayê petêx esas bê girtin diviya bû di sala 2018'an de buhayê petêx 1,79 TL bûya, lê kîlo bi 1,05 TL hat firotin.    GUBRE Û MAZOT BUHA BÛ, LÊ PETÊX ERZAN BÛN   Li gorî raporê di sala 2002'an ji bo 1 ton gubre yê ure, 841 kîlo petêx dihatin firotin. Lê di sala 2018'an de ji bo tonek gubre yê ure 1.585 kîlo petêx hat firotin. Ji bo 1 tonek gubreyê DAP jî di sala 2002'an de 1.256 kilo petêx û di sala 2018'an de jî ji bo tonek gubreyê DAP, 2.270 kîlo petêx firotin. Di 2002'an de bi 3.55 kîlo petêx 1 lître mazot dihat kirîn, di 2018'an de bi 5.52 kilo petêx 1 lître mazot tê kirîn. Di nava 16 salên serdema AKP'ê de qîmeta petêx kêm bûye û mazot zêde bûye.  Ev jî nîşan dide di nava 16 salên AKP'ê de buhayê petêx li heberî gubre û mazotê qat 2 qat erzan bû.