'Kiryarê cinayetên kar îktîdara siyasî ye' 2019-02-07 09:26:08 STENBOL - Namzeta hevşaredariya Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, ji bo cinayetên karî yên di meha Çileyê de got: "Cinayetên kar polîtîk in û kiryarên wan jî îktîdara siyasî ye."  Li gorî rapora meha Çileyê ya Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), herî kêm 155 karker jiyana xwe ji dest dane. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 10 jê zarok, 11 jê jin û 19 jê jîn koçber in. Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Mezin a Wanê û Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, destnîşan kir ku berpirsiyariya cinayetên kar îktîdara siyasî ye.    'CINAYETÊN KARÎ POLÎTÎK IN'    Ertan, anî ziman ku ji ber şert û mercên kar ne ewle ne, her roj 6 karker sibehê ji mal derdikevin lê êvarî venagerin malê. Ertan, bilêv kir ku 16 sal in AKP vî welatî bi rê ve dibe û di 16 salên îktîdara xwe de tim dijminahiya kedê kiriye. Ertan, destnîşan kir ku destkeftiyên hemû kedkaran ji dest wan hatiye girtin û ji bo dewlemendkirina sermayeyê bi her awayî mewzûat tê guherandin. Ertan got: "Ger serokomarê welatekî bi girtina hin tevdîran qedexekirina grevê wekî pesindanekê bibîne, nexwe li holê pirsgirêkek heye. Grev çeka herî xurt û destkeftiya çîna karkeran e. Karker doza şert û mercên bi ewl dikin. Grev bi biryara desteya wezîran tê astengkirin. Ev tê wateya ku ev îktîdar naxwaze rê li ber mirina karkeran bigire. Loma, cinayetên karî polîtîk in û kiryarên wê jî îktîdara siyasî ye. Ger çîna karkeran û hêzên demokrasiyê ji vê yekê re nebêjin 'êdî bes e', wê cinayetên karî zêdetir bibin."    HEVKARIYA SERMAYEYÊ    Ertan, diyar kir ku sedema zêdebûna cinayetên kar û rêjeya xebitandina derî tomarkirin, pergala kedkaxwariyê ya kapîtalîst û krîzê aborî ye. Ertan got: "Hikûmeta AKP'ê, tim dibêje ew li dijî xebitandina derî tomarkirinê têdikoşin. Em hejmarên heyî hem jî bûyerên diqewimin, bi taybetî nîşan didin ku penaber di şert û mercên giran de dixebitin. Piraniya van karkeran jî zarok in. Dewlet ji bo vê yekê xwe li nedîtinê datîne û qewimînên heyî nîşan dide ku sermayeya navdewletî jî hevkarê sûcê karkertiya zarokî ya penaberan e. Fîrma ji bo bi erzanî û ji bo zêde hilberînin rojê di biniya dolarekî de zarokan didin xebitandin û ji bo vê yekê jî deng dernaxin. Bi ser de destekê didin vê yekê."    ‘DIVÊ DAWÎ LI XEBITANDINA ZAROKAN BÊ'    Ertan, bal kişand ser Danezana Mafên Zarokan a Cenevreyê û got: "Li gor peyamanê dewletên alîgirê peymanê xwedî berpirsiyar in. Lê belê Tirkiye jî di nav de hemû welatên kapîtalîst vê yekê piştguh dikin. Divê dewlet dev ji sûcê xebitandina zarokan berdin."