‘Ji sedî 40'ê seravanan dev ji kar berda' 2019-01-11 09:17:21 MÊRSÎN – Serokê Komeleya Akdenîz Ortu Alti Uretîcîlerî Tansel Îzgî, diyar kir ku ji ber barana zêde ji sedî 70'yê serayên li Mêrsînê di bin avê de mane û got: "Tim dibêjin em ê piştgiriyê bidin cotkaran, lê belê tu piştgirî nayê dayîn. Niha gelek erd beyar in. Ji sedî 40'ê cotkaran dev ji vî karî berda."  Li Mêrsînê ji ber barana zêde gelek sera di bin avê de man. Serokê Komeleya Akdenîz Ortu Alti Uretîcîlerî Tansel Îzgî, bal kişand ser pirsgirêkên seravanan û diyar kir ku hikûmet tu piştgiriyê nade cotkaran.    'JI SEDÎ 70 ŞEWITÎN'   Îzgî, anî ziman ku du meh in du caran lehî rabû û got: "45 roj in tim baran dibare. 20 roj berê ji ber barana zêde lehî rabû. Herî dawî jî hefteya borî heman tişt qewimî û ev yek hîn jî didome. Ji ber barana zêde erd di bin avê de man û qenalên tehliyeyê tije bûn. Ji ber barana zêde sera di bin avê de man û ber ji kokê ve şewitîn. Yanî şitil telef bûn. Li Akdenîzê nêzî 80 hezar donim erdês erayan heye. Piranî jê li Kazanliyê ne. Ji ber barana zêde ji sedî 70'yê wan neman."    ‘REWŞA COTKARAN NEBAŞ E'    Îzgî, diyar kir ku piraniya serayan ên zebze ne.Îzgî, anî ziman ku cotkar bi salan e bi deynan li ser piya disekine, lê belê ji ber lehiyê êdî cotkar nikarin pişta xwe rast bikin. Îzgî got: "Niha hûn li Kazanliyê ji kîjan cotkarî bipirsin, jis edî heftê wê bêjin ew bi zirarê dixebitin. Hin sera hene, her çend pir ava baranê neketibe wan jî, lê belê rutûbeta wan zêde bûye. Niha cotkar niakrin têkevin hundurê serayan, çimkî herî ne. Cotkar top davêjin. Em dikarin bêjin ji niha ve rewşa hilberîneran bi temamî ne tu rewş e. Niha hilberîner nikarin bi deynan jîd ebara xwe bikin."    Îzgî, destnîşan kir ku cotkar nayên parastin û got: "Rewşa cotkaran tim ev e. Wexta lehiyeke rabe, pir dixisire. Jixwe hikûmet jî pir destekê nade cotkaran. Ji ber vê rewşê wê cotkar heta meh û nîvekê jî nikaribin berên xwe berhev bikin. Yanî wê dîsa berê xwe bidin bankeyan. Wê dîsa deynan bikin an jî têkevin nav lepê selefxuran. Jixwe li Kazanliyê çend cotkar mane. Jixwe berê jî cotkar nikaribûn li ser piya bisekinin. Li Akdenîzê gelek cotkaran dev ji vî karî berdabû. Ev çarenûsa cotkaran e, her sal lehî radibe. Tim dibêjin em ê piştgiriyê bidin cotkaran, lê belê tu piştgirî nayê dayîn. Niha gelek erd beyar in. Ji sedî 40'ê cotkaran dev ji vî karî berda. Krîz nebes bû, bi ser de ev yek jî heye. Cotkar ji binî ve neman."    Her wiha Îzgî, anî ziman ku wê lehî tesîrê li bazarê jî bike û got: "Piştî vê barana zêde ber kêm bûn. Ji ber vê wê berên li bazarê biha bibin." Îzgî, destnîşan kir ku ger li Tirkiyeyê feraseta dewleta civakî hebûna wê cotkar zirar nekirina û wê zirara cotkaran bihatana dayîn. Îzgî, bilêv kir ku divê rayedar ji bo vê yekê tev bigerin.    MA /Ergin Çaglar