Li Dîlokê hindik maye 19 rojnameyên herêmî bên girtin 2018-10-12 09:19:05 DÎLOK – Piştî ku kaxez û qalibên çapkirinên ji sedî 300 zem xwarin, rojnameyên herêmî yên li Dîlokê hindik maye weşandinê rawestînin.  Ji ber ku kaxez û qalibên çapkirinê tên îthalkirin, bi zêdebûna kûrên dowîzî fiyetên wan pir biha bû. Ji ber vê yekê rojnameyên herêmî yên li Dîlokê hindik mane weşana xwe rawestînin. Li bajêr 19 rojnameyên herêmî hene û ev rojnameyê ji meha Gulanê ve ji ber bihabûna fiyetên kaxez û qalibên çapkirin dest bi weşana kaxeza reş-spî kirin û her wiha hejmara rûpelên xwe jî kêm kirin.    Ji ber pirsgirêkên ku rojnameyên herêmî û netewî bi wan re rû bi rû dimînin Desteya Giştî ya Saziya Çapemenî Îlanê (BÎK) civiya û ji bo krîza di warê kaxezê de rû dide, diyar kir ku divê rojname hejmara rûpelên xwe kêm bikin û ebata rûpelan jî biçûk bikin û hejmara kadroyên xwe kêm bikin.    Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Guncelê Yakûp Çîçek, diyar kir ku çareseriya ku BÎK'ê berpêşî wan kiriye ne bes e û ev ji bo demeke kurt e. Çîçek, anî ziman ku piştî demeke kurt ev çareserî bi kêr nehat û got: "Ji bo çareserkirineke mayînde divê fiyetên kaxez û qaliban erzan bibin."    FIYETÊ KAXEZ Û QALIBAN 3 QAT ZÊDE BÛN    Çîçek destnîşan kir ku di meha gulanê de kaxez bi 40 lîreyî bû lê belê fiyetê wê 3 qat zêde biha bû û bû 120 lîre û fiyetên qaliban jî ji 8 lîreyî bû 22 lîre. Çîçek, anî ziman ku ev yek tesîreke neyînî li rojnameyan dike û got: "Li Dîlokê hema bêje hemû rojnameyên herêmî dest bi weşana kaxeza reş-spî kirin. Ji ber bihabûna kaxez û qaliban wisa kirin. Çimkî weşana bi kaxeza bêreng erzantir e. Her wiha weşanên bi kaxeza reş û spî weşana xw enakin jî, hejmara rûpelên xwe kêm kirin. Dixwazin bi vî awayî weşanên herêmî bigirin."    JI SEDÎ 40 TÎRAJA ROJNAMEYAN KÊM KIRIN   Çîçek, anî ziman ku ji ber vê rewşê mecbûr mane ku tîrajên xwe kêm bikin û wan ji sedî 40 kêm kiriye. Çîçek, bilêv kir ku krîza aborî tenê ne çapemeniyê tesîrê li sektorên din jî dike. Çîçek, diyar kir ku dema kaxez biha dibe ew nikarin fiyetên rojnameyan biha bikin û got: "Aboriya me ewqas ne xurt e."   Çîçek, destnîşan kir ku beriya zeman wan kaxezê bi awayekî wadeyî dikirî, lê piştî zeman ew pêşin dikirin. Çîçek bi bîr xist ku berê di warê kaxezan de SEKA hebû. Çîçek diyar kir ku dema SEKA çêdikir wan bi erzanî û bi wadeyî kaxez dikirî û got: "Berê me 500 top kaxez dikirî û dixist depoyê. Yanî pir erzan bû. Lê niha em nikarin tiştekî wisa bikin. Em miletekî wisa ne ku bi bihabûna fiyetê kaxezên tuwaletê hay ji bihabûna fiyetê kaxeza rojname û pirtûkan çêbûn. Ev jî nîşan dide ku em ne civakeke xwende ne. Yanî rojname nayên xwendin. Xweşikî rojname nayên kirîn, lê bi ser de jî maliyet zêde bûn. Ev yek me tengav dike."