Kemal Turkler li ser gora hat bibîranîn 2018-07-22 14:43:33   STENBOL - Damezrînerê DÎSK’ê Kemal Turkler, di 38’emîn salvegera qetilkirin xwe de, li ser gora xwe hat bibîranîn. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu di bîranînê de axivî û got: “Emê xwedî paşeroş û hemû danehava xwe derbikevin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”   Damezrîner û serokê giştî yê ewilî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) Kemal Turkler, di 38’emîna salvegera qetilkirina xwe de, li ser gora xwe ya Topkapi hat bibîranîn. Di bîranînê de dirûşma “Kemal Turkler sedama şerê me ye û dijî” hat berzkirin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerrkezoglu, Serokê Giştî yê Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî Adnan Serdaraoglu, Serokên Giştî yên berê yên DÎSK’ê Kanî Beko, Ridvan Budak û Suleyman Çelebî beşdarî biranînê bûn.    KEÇA TURKLER: EMÊ BI HEVRE BI SER BIKEVIN   Di bîranînê de ewil keça Kamal Turkler Olgun Turkler Soydan axivî û wiha got: “Berî 5 salan dayîka min jî tim li vê derê bi were kom dibû. Ger dayîka min hûn ditibana dê gelek keyfxweş bûbûya. Îro pêdivî bi piştevanî û yekitiyê heye. Emê bibin yek û bi hevre bi ser bikevin.”    SERDAROGLU: SERÊ ME BI WÎ BILINDE   Serokê Giştî yê Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî Adnan Serdaraoglu jî, bal kişand ser qetilkirina Kemal Turkler û wiha axivî: “Ligel hemû êrîş û zextan her roja diçe em mezintir dibin. Serê me bi mîrazê wî ye ji me re hiştî bilinde. Ew tu carî nemir û tim di dilê me de cih girt. Ji bo ku em karê wî li erdê nehêlin, tişta ji destê me were emê bikin.”     ÇERKEZOGLU: HATINA ME YA  GEL HEV PEYEMAK BAŞ DIDE DIJMINÊN ME   Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerrkezoglu, di bîranînê de axivî û wiha bilêv kir: “Weke hemû  kes jî dizane, rejîma nû dijminê karker û kedkarane. Hewl dide hemû mafê karkaran ji holê rabike. Bila hemû kes baş zanibe, emê xwedî paşeroş, hemû danehava xwe derbikevin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”   Piştî axaftinan, beşdarvanan qûrnefîl danîn ser gora Turkler û biranîn bi dawî kirin.