Parêzerê Soma Atalay: Rêya derbaskirina kêmasiyan têkoşîna polîtîk e 2018-07-11 10:12:21   MANÎSA - Îro li bendê ye, di danişîna biryarê ya Doza Soma ku 301 karkerên di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dan, bê dayîn. Parêzerê Doza Soma Can Atalay, di biryara bê dayîn dê kêmasî pir zêde bin û got: “Lê rêya derbaskirina kêmasiyan di têkoşîna polîtîk re derbas dibe.”    Pîştî danişîna biryarê ya Doza Soma ku 301 karkerên di karesta madenê de jiyana xwe ji dest dan, hat talûq kirin, malbatan çalakiyê nobetê dan dest pêkirin. Li bendê ye îro dadgeh biryara xwe eşkere bike. Di dozê de heya niha bi dehan car dozger hatin guhertin û bi îdîya “Sabotaj heye” Serdozgeriya Komarê ya Manîsa ya lêpirsîn bi rêve dibir, heya 14 mehan mutale eşkere nekir. Piştî îdîaya “Sabotajê” vale derket, dozger di mutaleya da de her çiqasî cezayê ji bo bersûcan dihat xwest daxwaz nekir jî, ji ber ku doz gehişt astekê malbat û raya giştî keyfxweş kiribûn. Lê di rewşa heyî de, ne ragihandina biryarê, malbat û raya giştî xist nava fikaran. Li bendêye îro biryar bê dayîn. Lê hemû kes dibêjin, di biryara bê dayîn de kêmasî hebin.  Ji parêzerên Komelye Mafê Civakî (SHD) Can Atalay, derbarê biryara bê dayîn de axivî û wiha got: “Di biryara bê dayîn de ku kêmasî hebin, li dijî vê yekê têkoşîna polîtîk tekane rêya çareseriyê ye.”    ‘DOSYEKE KÊM Û SEQETE’   Atalay, anî ziman ku Doza  Somayê dozek komkujiyê ye û wiha bilêv kir: “Doza Somayê li Tirkiyeyê bi destê dewleta kapîtalîzm pêk hat û ev komkujiyek mezine. Vê bûyerê bandorek mezin li ser raya giştî kir. Gava di warê muhendîsî de mirov li bûyerê mêze dike, karesatek li holê heye. Lê ev pêşdîtin, kirine qûrbanek yek hesabî û ewlekariya dê çend mirov jiyana xwe ji dest bidin negirtine. Ev doz cihê xwe dê di dîrokê de bigire. Dinava  kesên tên darizandin de berpirsên siyasî tune ne. Berpirsîn baye bilind tune ne. Ji ber vê yekê dosyeke pir kêm û seqete. Hin kes rolê dadgerî û hiqûqê dilîzin. Em jî vê yekê qebûl nakin. Emê hewl bidin vê derbas bikin.”   ‘LAZIME DOZYA QUNCIK Û GOŞEYAN DE NEMÎNE’   Atalay, derbarê nerehetiya endma şandeya dadgehê Tugşad Bugra Kiyak de jî wiha got: “Em di Doza Soma de ewqas derew, durûtî, fen û fêl dîtin, êdî sînorê sebra me nema ye. Li ser dozê zextên siyasetmedaran hene. Ev pir zela tê xuyakirin. Hemû kes vê yekê dibînin. Bi her awayî dosye dê kêm bimîne. Lê ji bo derbaskirina kêmasiyan têkoşîna polîtîk tekane rêya çareseriyê ye. Divê ev doza di quncik û goşeyan de nemîne. Divê em deriye dewletê bidin zorê.”