Qeysîvanên Meletiyê: AKP temam e, dor a HDP'ê ye 2018-06-14 09:25:41 MELETÎ - Li Meletiyê qeysîvan diyar kirin ku ew ê destekê nedin îktîdara ku destekê nade wan û gotin: "Em qeysîvan ji AKP'ê re dibêjin 'êdî bes e'. Em ê dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş."  Li Meletiyê, qeysîvanan destnîşan kir ku di 16 salên îktîdara AKP'ê de ew tim hatine emxdûrkirin û ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de hesabê vê yekê bipirsin.    NÎVIYÊ QEYSIYAN DIBIN ISKARTA   Medet Kiliç a ku li Taxa Ornekoy a navçeya Çirmikê ya Meletiyê karê qeysiyan dike, diyar kir ku ji ber zêde terez bariyaye, nîviyê qeysiyê wan bûne iskarta. Kiliç, anî ziman ku dewlet destekê nade wan û got: "Cotkar mexdûr bûn. Dema mexdûr dibin, ev rewş bandorê li siyasetê jî dike. Em bi qeysîvanên din re jî diaxivin, endîşeyên wan jî hene. Difikirin ew ê vê mexdûriyetê çawa ji holê rakin. Me ragihand saziyên fermî. Hawizê Sîgortaya Çandniyê (TARSIM) ji bo vê yekê xwe li nebihîstinê daniye. Bi tu awayî qeysîvanên di navbera Wêranşar û Çirmikê de qeysiyan datînin nayên destekkirin."    JI AKP'Ê RE 'ÊDÎ BES E'    Kiliç, destnîşan kir ku ew ê destekê nedin îktîdareke ku destekê nade qeysîvanan û got: "Kesên destekê nedin me, em ê jî bi dengê xwe bersivê bidin. Em qeysîvan ji AKP'ê re dibêjin 'êdî bes e'. Ne di warê qeysiyan de ne jî di warê çandiniyê de ev gel nehat destekirin." Kiliç, bilêv kir ku ew ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin Demîrtaş û got: "Em ê dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş."    'HER KU EM DIXEBITIN EM XIZAN DIBIN'    Nîhat Erdoganê ku li Taxa Sûcatiyê ya navçeya Wêranşarê karê qeysiyan dike, diyar kir ku ew gelek ditengijin û bi van gotinan behsa mexdûriyeta cotkaran kir: "Mazot biha ye, gubre biha ye. Em mazot û gubre bi deyn dikirin. her wiha piyaseya qeysiyan di destê hin kesan de ye. li holê heqekî ku mirov pê qîma xwe bîen tune ye. Her em dixebitin em bêtir xizandin dibin. Yanî em dikarin bibêjin ku li Tirkiyeyê çandinî qediya. Em kayê îthal dikin. Eger ka, goşt û zexîreyên nebaş bên îthalkirin, ev tê wateya her tişt qediyaye. Înşeleh dê rêveberiya ku piştî hilbijartinê bê destekê bide çandniyê. An jê wisa bi rê ve naçe."    Azîz Dogan jî got: "Îsal ji ber terez û cemedê xisar zêde bû. Em sîgortayê çêdikin, prîmên xwe digirin lê beramberiya wê ji bo gel tune ye. Em deyndarê bankeyan e, krediyên me hene. Ne diyar e ku dê dewlet ji bo cotkaran çi bike. Lê em bawer in dê gel dersekê bide vê îktîdarê. Belkî demokrasî bê welat."