Ji ber qedexekirina zozanan bi rihetî nikarin kivarkan kom bikin 2018-06-14 09:24:10 MÛŞ - Ji ber qedexekirina zozanan, yek ji çavkaniyên debarê yê herî girîng kivark jî bi rihetî nayên berhevkirin. Gundî, tevî zor û zehmetiyan jî diçin herêmên qedexe û kivarkan kom dikin.  Li navçeyên Milazgir û Kopê yên Mûşê û Îdir û Agiriyê, yek ji çavkaniyên debarê yên sereke jî kivarkên bi navê kinkor in. Ev kivark li zozanan şîn tên û ji ber ku bi çêj in gelê herêmê wan kom dikin. Ji ber ku ev kivark li zozanan şîn tên, çavkaniya debarê ya gelê herêmê ye. Gundî kîloya van kivarkan di navbera 50-60 lîreyî de difiroşin.    GUH NADIN QEDEXEYAN    Lê belê, 3 sal in ji ber oprerasyonên leşkerî yên li herêmê zozanên li herêmê tên qedexekirin û ev yek ligel ewlehiya gundiyan bandoreke neyînî li şert û mercên wan ên aborî jî dike. Ji ber qedexekirina zozanan li gor salên berê firotina kivarkan jî kêm bûye, lê dîsa jî gundî ji bo debara xwe guh nadin qedexeyan û kivarkan berhev dikin.    Li Mûşê Salih Bîngol (63) ku kivarkan difiroşe, diyar kir ku êdî ew ji ber qedexekirina zozanan bêzar bûne û got: "Mirov ditirsin, lê êdî bêzar jî bûne. Gundî ji bo debara xwe ligel talûkeya mirinê jî berê xwe didin zozanan. Çimkî mirov diçin zozanan, kivarkan berhev dikin û pê debara xwe ya zivistanê dikin."   Bîngol, diyar kir ku kivarka kinkorê ji bo debarkirinê girîng e û got: "Cîranek me heye, kivarkan kom dike û qezenca wî 3 hezar lîre ye. Bi vî pereyî debara zarokê xwe dike. Eger kivarkan kom neke, dê nikaribe li zarokên xwe binere. Ev rewşa aborî ya Tirkiyeyê bandoreke neyînî li me jî dike."    'JI BO DAWÎ LI QEDEXEKIRINA ZOZANAN BÊ EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM HDP'Ê'    Bîngol, destnîşan kir ku ji bo dawî li qedexekirina zozanan bê ew ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bide HDP'ê û got: "Min daliqînin jî, riya min diyar e. Riya min HDP ye. Ez ji rêveberiya heyî ya welat ne razî me. Em ji birçînan dimirin. Ma em ê çawa razî bin? Înşeleh dê di 24'ê Hezîranê de HDP bi ser bikeve."