Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar 2024-03-26 10:46:38   ZONGULDAK - Karkerê bi navê Muhammet Korkut ku li kana madenê ya qaçax a li navçeya Kîlîmliyê dixebitî, di navbera vagon û vînçê de ma û jiyana xwe ji dest da.    Karkerê bi navê Muhammet Korkut, li kana komirê ya qaçax a li Taxa Kiratê ya bajarokê Gelîk a navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê di navbera vagon û vînçê de ma û bi giranî birîndar bû. Hevalên wî yên xebatê agahî dan û komên tenduristî û polîsan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Koman, Korkut ji cihê lê asê mabû derxistin û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Karkerê ku rewşa wî giran bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.