Li gundê Gêmanê xezeba kuliyan: Gundî nikarin çandiniyê bikin 2018-05-13 09:11:46   COLEMÊRG – Kuliyan bi ser mezraya Gêman a Çelê ve girt. Gundî ji ber zêdebûna kuliyan neçar man gund biterikînin û li navendê bicih bibin. Gelek gundî ji ber dagirkirina kuliyan nikarin çandiniyê bikin.    Xezeba kuliyênb reş bi ser mezraya Gêman a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê ve hat. Bi germbûna hewayê re kuliyan jî serê xwe derxist û gund xistin dorpêçê û welatiyan bêzar dikin. Gundî diyar dikin ku kulî xesarê didin firîngî, xiyar, fêkî û sebzeyan wan. Gundiyan da xuyakirin ku heke ev xezeba kuliyan dewam bike dê nikaribin çandiniyê bikin û li gund bimînin. Gundiyan xwest demil dest ji bo dagirkirina kuliyan çareyek bê dîtin.    HEWA GERM BÛ KULIYAN BI SER GUND VE GIRT   Rahîme Kiliç diyar kir ku wek keriyan bi dîwarên wan ve digerin û got: “Heta nav malê jî hatine. Sala par jî zerarê dan me. Hewa germ bû û carek din derketin. Wisa xuya dike ku dê îsal ji par pirtir bin.”    ‘EM NIKARIN TIŞTEKÎ BIÇÎNIN’    Kiliç anî ziman ku ji ber xezeba kuliyan gund terikandine hatine navneda Colemêrgê û ji ber kuliyan nikarin li baxçeyên xwe çandiniyê bikin û dev ji baxçe berdan e. Kiliç da zanîn ku zarokên wan ji kuliyan ditirsin û wiha got: “Ji bo tenduristiya xwe em hatin bajêr. Pîvaz û firingiyên xizmên ji aliyê kuliyan ve hatin xwarin. Ji ber havîn jî tê em nikarin derî û baceyên xwe girtî bihêlin. Dema vekirîne jî dikevin hundir. Heta dikevin nav xwarina me jî. Bêyî em tiştekî biçînin em ê vegerin bajêr.”    Asya Er jî destnîşan kir ku ji ber dagirkirina kuliyan gundî mexdûr bûne û li gund ji ber xezeba kuliyan kes nikare çandiniyê û kar bike.    ’20 SAL BERÊ JÎ KULIYAN GUND DAGIR KIRIBÛ’    Habîp Kiliç jî bi bîr xist ku 20 sal berê jî kuliyên zer bi ser gund de girtibûn û wiha got: “Ji bilî xesarê kulî tu feydeyê nadin me. Wê demê jî me tiştek li gund danenîbû û em niha jî nikarin tiştekî biçandin. Dê îsal jî li herêmê belav bibin û heke çareyek neyê dîtin dê gundiyên me mexdûr bibin. Jixwe mirovên me mexdûr in. Ji bo baxçe û dexlê gund wêran nebin, divê rayedar guh bidin hişyariya gundiyan.”    'ZERARÊ DIDIN TENDURISTIYA MIROVAN’    Nasir Taş jî anî ziman ku yekemîn car e ew dibîne ewqas kuliyên reş bi ser gund de digirin û got: “Ez 53 salî me, cara yekem e ez xezebek wiha dibînim. Heta niha min tiştek wiha nedît. Ev kulî hem dibin sedema têkçûna aborî û hem jî bandorek neyînî li ser tenduristiyê dikin.”    DÊ MIDÛRIYETA ÇANDINIYÊ BIKEVE TEVGERÊ    Têkildarî mijarê me bi Miduriyeta Bajêr a Çandiniyê re hevdîtin kir. Miduriyetê ragihand ku ew ê bi Miduriyeta Çandiniyê ya Çelê re bikevin tevgerê û tedbîran bigirin.    MA / Hamza Gunduz