Li Kocaeliyê karkerekê milê wî jê bû mir 2018-05-12 13:26:47   KOCAELÎ - Meclîsa ÎSÎG'ê, diyar kir ku karkerê fabrîqeya sac Murat Karter ê 45 salî, destê wî jê bû û jiyana xwe ji des da.    Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê navnişana @guvenlicalisma a twîtterê diyar kir ku karkerê fabrîqeya sac a Tezcan Galvanizê ya Kocaeliyê Murat Karter ê 45 salî di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da. Meclîsê diyar kir ku li Fabrîqeya li herêma Kartepe karkerê  45 salî Murat Karter,  ji ber milê wî ket ber maşina sac û jê bû jiyana xwe ji dest da. Melcîsê da zanin ku Karter bavê 4 zarokan bû û ji Eskişehîrê bû.