Karkerên Ozak Tekstîlê di daxwazên xwe de bi israr in 2023-12-04 16:31:50   RIHA - Karkerên li Rihayê di Tekstîla Ozakê de çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê didomînin, anîn ziman ku bi israr in ku daxwazên wan bên bicihanîn.     Karkarên Ozak Tekstîlê yên di 1’emîn Herêma Senayiya Organîzeyê (OSB) de dixebitin, çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê, bi daxwaza vegerîna ser kar ên hevalên xwe yên ji ber zext û gefan ji kar hatine dûrxistin, di roja 8’êmîn de didomînin. Karkerên ku xwestin di saetên serê sibê de werin ber avahiya kargehê, ji aliyê leşkerên ku ketina kolana ku kargel lê ye bi bariyeran girtin ve hatin astengkirin. Karkerên ku bêyî biryara qedexe hebe hatin astengkirin, bertek nîşanî musadekirina kesên ji bo serlêdana kar hatin kargehê dan. Leşkeran piştî ku ji karkeran re gotin “teneke” gengeşî derket û karkerê bi navê Îsmaîl Sevînç û nûnerê Sendîkaya Karkerên Çerm û Dirûnê yên Tekstîla Yekgirtî (Bîrtek-Sen) Denîz Kar bi lêdanê binçav kirin. Sevînç bêyî ku kirariyek bê kirin, Kar jî piştî wergirtina îfadeya wî ya li miduriyeta polîsan hate berdan.    ‘EM JI BO DAXWAZÊN XWE BI ISRAR IN’    Karkerên ku li ber bariyerên leşkeran danîne ber fîrmaya Ozakê û derketina wê bendemayîna xwe didomînin, anîn ziman ku ji bo ku daxwazên wan bên bicihanîn bi israr in. Yek ji karkeran Şeyma Çavûr, da zanîn ku Ozak Tekstîlê navê xwe guhertiye kiriye Kubra û bi ser ÎŞKÛR’ê dest bi wergirtina karkeran kiriye. Çavûr, bi lêv kir ku dê ji bo dengê xwe ragihînin bi israr bin û wiha got: “Dema em sibê hatin vir dîsa bi heman dîmenî re rû bi rû man. Dema me sedemê wê jî pirsî bêyî ku hincetekê nîşan bidin gotin ‘ferman wisa ye’. Piştî ku em li dijî vê yekê derketin jî nûnerê me û hevalekî me yê karker binçavkirin. Mûameleya koleyan li me dikin. Li vir derdê me yê ku em nanê xwe zêde bikin heye, em ê berxwedana xwe bidomînin.”   ‘DENG DERXÎNIN’    Li aliyê din parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca, rewşa karkerên Ozakê bir rojeva Meclisê. Karaca ya li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist wiha got: “Roj ne roja li bendemayînê ye. Roj roja bikevin nava liv û tevgerê ye. Heke hûn bixwazin karkerên Ozakê serbikevin, hûn ê deng derxînin.”