Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin 2022-08-10 09:05:51 ENQERE - Welatiyên ku bertek nîşanî zema ji Nanê Gel ê Enqereyê re hate kirin dan, wiha gotin: “Hêza me têra nake ku em nan jî bikirin."  Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê (ABB) bihayê firotina nanê 250 gram ku Nanê Gel ê Enqereyê hildiberîne kir 3 lîre. Welatiyan bertek nîşanî zemkirina Nanê Gel ê beriya niha bi 2 lîreyan dihate firotin û ji duh ve bi bihayê zemkirî tê firotin dan.    Velî Başpinar ê di dora Nanê Gel de disekine û diyar kir ku ji ber sedemên aboriyê weke teqawîtekê tu aktîvîteyên wî nînin û got: “Li Tirkiyeyê jiyan zor e, debar zor e. Nane Gel jî niha hate zemkirin. Êdî em nizanin em ê çi bikin. Rewşa kesên teqawît û meaşê ku digirin li holê ye. Ji ber ku asta dahata me kêm e em nikarin ji gelek berheman sûdê bigirin.”   Başpinar, xwest ku welatî ji bo demokrasiyê li ser sindoqan deng biavêjin û wiha berdewam kir: “Me heta niha her tim xelet kiriye hêvî dikim ku em ê êdî ya rast bikin. Em nikarin bi garantiyê li pêşeroja xwe binêrin. Wê pêşeroja zarokên me û neviyên me çi lê bê. Hemû hewldana me ji bo nifşên nû ye.”   ARMANCA ŞAREDARIYÊ YA KARKIRINÊ DIVÊ NEBE   Îzzet Çakiroglû, diyar kir ku hêza kirînê ya gel têra zeman nake û wiha axivî: “Armanca şaredariyê xizmet e ne karkirin e. Heke kargeheke normal bikar nanî bi 2 lîre û nîvan bide divê şaredarî bihayekî kêmtir bide. Divê dewlet û şaredarî alîkariya gel bike. Heke em weke welat bixwazin bên cihekî divê em piştevaniya kesên di rewşeke zor de dijîn bikin.”    74 SALIYE HÊJ DIXEBITE   Mehmet Kahraman ê tevî teqawîte jî li qehwexaneyê dixebite jî wiha got: “Hêza me ya kirînê têra zeman nake. Malbatên qelebalix nikarin xwe bigihînin vî nanî. Yek ji me jî ne memnûn e. 3 zarokên min hene du ji wan nikarin karekî peyda bikin li malê radizin. Ez 74 salî me hêj dixebitim, bila bibihîzin û şerm bikin. Em nikarin li otobûsê siwar bibin, nan bikirin. Em diçin bazarê petat 14 lîre ye. Ez xwarinekê çêdikim û 3-4 rojan dixwim. Hikumet bila alîkariya welatiyan bike.”   ‘ZEM NORMAL NÎNIN’   Atalay Tombûl ê bertek nîşanî zeman dan jî wiha got: “Di şertên jiyanê yên îro de lêçûn gelek zêde bûn. Mirov nikarin xwe bigihînin tiştên xwarinê yên bingehîn. Divê dewlet zeman daxîne. Di nava havînê de kîloya bacanan 25-30 lîre ye. Ev zem normal li gorî bihabûna jiyanê normal nînin.”   MEAŞÊN WAN TÊRA DEBARA WAN NAKIN   Dîlek Faydali ku di sektora taybet de dixebite jî wiha got: “Min du nan kirin, ji ber ku em kêm kes in min karî bikirim. Hin mirovên ku 20 nanan dikirin hene, meaşê wan diçe nan. Rayedar sedemê zemê weke zêdebûna maliyetê nîşan didin lê divê zêdebûna maliyete asteng bikin. Destheqa asgarî têre nake. Niha li marketan li her derê biha gelek zêde ne. Ne pêkan e ku meaş têre bikin. Bila êdî rayedar ji rabûna fiyatan bergiriyan bigirin.”   ‘EM PERGALÊ BIGUHERÎNIN’   Welatî Suleyman Guneş jî ev tişt gotin: “Her tişt ser û bin bûye, ma ji çi re zem nayê kî? Em qediya ne. Werin em êdî vê pergalê biguherînin, em qediyan têk çûn. Hêvî dikim ku wê kesên baş dê bin desthilat baştir bi rê ve bibin û em ê rojên xweş bibînin.”