Garis li zeviyan ziwa bû! 2022-08-09 09:07:48    RIHA - Garisê li gundên Sêwregê hatiye çandin ji ber ku DEDAŞ'ê ceyran qut kiriye, zeviyên xelkê bi ziwabûnê re rûbirû mane. Cotkarên ku nikarin avdanê bikin, diyar kirin ku dema bergirtinê ceyran bizanebûn tê birîn û cotkar zirarê dibînin.    Welatiyên li gundên Şêx Cafer û Başbûk ên girêdayî navçeya Sêwrega Rihayê dijîn ji ber birîna ceyranê ku her roj ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve pêk tê, di rojên zor de derbas dibin. Şêniyên gund ê debara xwe bi çandiniyê dikin, li herêma ku carna heta 12 saetan ceyran tê birîn, nikarin avdaniyê bikin. Cotkarên ku ji ber berhemên hatine ber asta ziwabûnê zirar dikin, nizanin ka dê çibikin.  BERHEMÊN LI ZEVIYÊ ŞEWITÎN   Ahmet Şûr (60) ê li gundê Şêx Cafer dijî, bi lêv kir ku bi cotkariyê debara xwe dikin lê îsal berhemê wan ê duyemîn garis, dema hê jî li zeviyê ziwa bû. Şûr, diyar kir ku darên hinar û behîv ên li baxçeyên wî jî ji ber bêavîbûnê hatina asta ziwabûnê û li Rihayê ji 45 pîleyan zêdetir germ heye. Şûr, da zanîn ku ji ber nekarî fatûraya xwe ya ceyranê ya 80 hezar lîre bide îcre jê re hatiye û wiha got: “Dema min xwest piştgiriyê bigirim ji min re dibêjin hesabên te bloke bûne, ez wê jî fêm nakim. Îsal jî berhemên min ên li zeviye şewitîn. Ez çawa deynên xwe bidim? Di rojê de herî kêm 8 saetan ceyrana me dibirin. Dema ceyranê paş ve didin jî bêyî ku av bigihe zeviyê dîsa dibirin. Dîsa em bê ceyran dimînin.”   DEDAŞ: HERE MALÊ WE ÇÊBIBE   Şûr, bi lêv kir ku li dijî vê yekê nizanin ka dê çi bikin û wiha berdewam kir: “Ez çawa li 11 zarokên xwe binêrim? Ez ê çawa deynê xwe yê DEDAŞ’ê bidim?” Şûr, anî ziman ku ji ber birîna ceyranê çû avahiya DEDAŞ’ê ya li ser rêya Kaniya Xezalan gilî kir lê rayedarekê bi gotina “Here malê wê çêbibe” welatî paşguh kirine û got: “Dema em hatin malê jî çênabe. Em li DEDAŞ’ê kesên meqamên jor nabînin, destûrê nadin ku em wan bibînin. Em diçin cem xebatkarên li wê derê, dema em gilî dikin jî dikenin. Dema em ji bo giliyê diçine wir û tên jî gelek mazota me diçe. Em 6-7 caran wisa çûn û hatin. Heman pirsgirêk berdewam dike. Me wekîl, walî herkes agahdar kir. Min 200 hezar lîre mesref li vê zeviyê kir. Debara me hemû ev zevî ye. Ji ber ku em gundî ne kes me guhdar nake. Ji vê saetê û şunde avê bidin jî ji xwe garisê me gelekna şewitî. Ez ê ji vê saetê û şunde çawa deynê ceyranê bidim? Tov, zibil û mazota vî heye. Em dixwazin êdî çareyekê bibînin.”   GOTINÊN ERDOGAN BI BÎR XISTIN   Cevher Turk ê li Gundê Başbûk dijî jî bi lêv kir ku zeviya wî ya garisan bi heman sedemî bi zuhabûnê re rûbirû maye û anî ziman ku cotkarên herêmê di rewşeke zor de ne. Turk, gotinên Serokkomar Erdogan ên “Divê bihosteke ku neyê çandin nemine” ku di hevdîtina cotkarên li Tokatê ya di 27’ê adarê de bi bîr xistin û wiha got: “Serokkomar wisa dibêje lê ez tenê ji bo Rihayê dibêjim. Qadên nêzî 4 milyon metrekare pembû, îsot, zebeş, gundor hatine çandin, ji ber ceyran nedayîna DEDAŞ’ê zuha bûne. Keda cotkaran di avê de çû. Gubreyê van ê dapê 18 hezar lîre, gübreye ureyê 13 hezar lîre û mazot jî 30 hezar lîreyan hatiye stendin. Tenê ji bo zeviyeke ji 5 donim pek tê torbeyekî tovê dendik tê bikaranîn. Ev tov ji bo 5 doniman hezar 600 lîreyan hatiye sitendin. Rayedar van paşguh dikin. Wê rojê ji ber keştiyeke garis ji Rûsyayê gihişt Stenbolê hindik mabû ku govendê bigerînin. Lê mixabin şûna ku li Rihayê 2 keştiyên garis derkevin ji ber pirsgirêka ceyranê hemû zuha bûn.”   BIRÎNÊN CEYRANÊ YÊN HETA 12 SAETAN   Turk, da zanîn ku midurê DEDAŞ’ê rojên derbasbûyî têkildarî birînên ceyranê gotibû ku “nûçeyên di medyayê de ne rast in, 4 saetan ceyran tê birîn” û wiha bang li midur kir: “Derewe li hin deran 12, li hin deran 8, li hin deran jî 7 saetan ceyran tê birîn.” Turk, diyar kir ku bi salan e pirsgirêka ceyranê li Rihayê berdewam dike û her sal di meha Tîrmehê de zêde dibe û wiha axivî: “Her sal dema bergirtina garis û pembû de ceyranê dibirin. Hilberîner zirareke mezin dibine. Vê yekê bi zanebûn dikin. Pişt re jî cotkar dikin şûna dizan. Çareseriyekê jî nabînin. Cotkar difikirin ku her 30 gundan yekê yekitiya avê ava bikin lê gavek nayê avêtin. Li trafoyan jî fatoreyên zêde tên birîn. Cotkar nikare van bide. Qasî ku wisa berdewam bike wê hilberîn nebe. Heta ku hilberîn nebe jî wê her tişt zêde bibe.”   DEDAŞ: DIBE KU BIRÎNÊN BIPLAN BIN   Rayedarên DEDAŞ’ê ku têkildarî pirsgirêkê em lê geriyan jî diyar kirin ku birîna ceyranê ya heyî, dibe ku birînên biplan ên ji ber “neragirtinê” bin.   MA / Emrûllah Acar