Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne 2018-03-13 09:28:46 WAN – Li Wanê 112 zozan ji ber sedema “Herêma Ewelehiya Taybet” qedexe ne. Yên sewalan xwedî dikin diyar kirin ku ji ber qedexeyan nikarin biçin zozanan û neçar in sewalên xwe li malê xwedî bikin û sewalkarî li ber xelasbûnê ye.  Walîtiya Wanê li herêma Wanê 112 zozan bi sedema “Herêma Ewlehiya Taybet” li zozanvaniyan qedexe kir. Zozanvanî ji ber vê qedexeyê nikarin derkevin zozanan. Welatiyên Wanê yên sewalkariyê dikin li dijî biryara qedexeya zozanan bertekên xwe anîn ziman û gotin divê demildest qedexeya li ser zozanan bê rakirin.    ‘GEL DI NAV FEQÎRIYÊ DE YE’    Osman Arslan ê 30 salî bi firotina sewalkariyê debara xwe dike, vê serdema qedexeyê wekî “serdema xelayê” şîrove kir û got: “Qedexekirina zozanan nayê qebûlkirin. Sewalkarî di serdema xwe ya herî xerab de ye. Sewalkarî hatiye asta xelasbûnê. Mirovên bi sewalkariyê debara xwe dikin, êdî nikarin debara xwe bikin. Bi polîtîkayên hikumetê re êdî serdema debara bi sewlakariyê xelas bûye. Gel di nav feqîriyê de ye. Êdî mirov nikare kîsek arvan jî bikire. Berê em diçûn zozanan û debara me hemû li ser zozanan bû. Me bi firotina sewal û qatixê sewalan debara xwe dikir. Lê niha her bihost qedexe ye. Em nikarin gavekê jî bavêjin. Em ê di bin van qedexeyan de çawa sewalkariyê bikin?”    ‘SEWALKARÎ HATIYE ASTA XELASBÛNÊ’    Mahmut Onatê sewlakar destnîşan kir ku tekane debara wan li ser sewalan e û wiha got: “Em bi firotina sewalan debara xwe temîn dikin. Em vî karî nekin em ê birçî bimînin. Em kesên sewalan xwedî dikin, daxwaz dikin ku demildest van qedexeyan rakin. Heke ku zozan qedexe bin, em ê çawa karê sewalkariyê bikin? Dê bi van polîtîkayan sewalkariyê ji holê rakin. Divê dewlet dev ji vê polîtîkaya xwe berde.”    ‘BILA QEDEXEYA LI SER FERAŞÎN Û NORDIZÊ RABE’    Kazim Yacan ê 25 sal e sewalkariyê dike jî anî ziman ku hêj her roj bihayê ka û êm zêde dibe, cotkar di rewşek nebaş de ne. Yacan da zanîn ku êdî tu nirxê sewalkariyê jî nema ye û got: “Êdî hatiye wê rewşê mirov nikarin sewalan jî bikirin. Beşeke mezin ji zozanan qedexe ne. Ji ber qedexeya zozanan em zirarê dikin. Rojê 15 TL li çêlekekê diçe. Bi taybetî em herî zêde zozanvanî diçin zozanên Feraşîn û Nordizê. Em dixwazin ev zozan demildest serbest bibin.”    DÊ BI SEDAN ZOZANVANÎ NIKARIBIN BIÇIN ZOZANAN    Şaban Aslan jî diyar kir ku ji ber nikarin derbikevin zozanan sewalên xwe bi êm li malê xwedî dikin û heke ev qedexe dewam bike dê bi sedan zozanvanî nikaribin biçin zozanan.    MA / Mujdat Can – Mahmut Ruvanas