Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin 2022-06-29 10:16:53   AMED - Şêniyên Amedê bal kişandin ser budçeya pêvekî ya ku li Meclisê hevdîtinên ji bo wê didomin û wê wekî "budçeya şer pênasekirin." Amediyan ji bo vê yekê jî got: "Hemû budçe ji bo şer û qesra Erdogan tê veqetandin. Lê dîsa jî têra wan nake."    Li Tirkiyeyê çendî desthilatdar krîza aborî qebûl nakin û dibêjin "krîz tune ye, bihabûn heye" jî lê krîza aborî her diçe kûrtir dibe. Ji lew re budçeya salane ya 2022'yan a di dawiya sala 2021'ê de hatibû diyarkirin di şeş mehên ewil ê salê de qediya û ji ber vê desthilat doza "budçeyeke pêvekî" kir. Li Meclisê hevdîtinên ji bo "budçeya pêvekî" didomin. Di hevdîtinên "budçeya pêvekî" de hat xwestin ku cardin budçeya "ewlekariyê" bi awayekî dîtir ya "şer" bê zêdekirin.    Xelkê Amedê ku têkildarî mijarê axivîn budçeya doza wê tê kirin wekî "budçeya şer" pênase kirin û gotin: “Her tişt ji Erdogan re belaş e, lê dîsa jî têra wî nake."   Îlhan Deniz ku ji ber krîza aborî dest ji zanîngehê berdaye got: “Ji me digirin, didin parlementerên xwe û merivên  xwe. Mûçeya kêmane têra kesî nake. Dibêjin ew ê bibe 6 hezarê lê dîsa jî têr nake. Yekê didin me, dudoyan ji me distînin."    Denîz destnîşan kir ku berpirsê vê krîzê desthilata heyî ye û got: "Herî dawî 128 milyar birin, niha jî çav berdane budçeyê."    ‘XWE Û ALÎGIRÊN XWE TÊR DIKIN’   Welatî Bayram Zaman jî destnîşan kir ku desthilat budçeyê li xwe û ji bo şer payê dike. Zaman bilêv kir ku her cara ku balefireyek şer radibe mesrefê wê bi milyonan dolar e û wiha pê de çû: “Heta ku ev şer, zextên li ser kurdan û ev diktatorî hebedê pêşî li ber zeman neyê girtin. Budçeyê ji bo çekan, polîsan, leşkeren xerc dikin. Hemû ji bo operasyonanm xerc dikin. Vê yekê gel perîşan kiriye."    Zaman bal kişand ser meaşê kêmane jî û got: "Kes nikare bi vî meaşî debara xwe bike. Desthilat bi vê budçeyê tenê xwe û aligirên xwe têr dike. Erdogan meaşê bigire jî negire jî ji bo wî ne pirsgirêk e. Çimkî tevahiya Tirkiyeyê xistiye bin destê xwe. Meaşê ku Erdogan digire formalîte ye."    Zaman bilêv kir ku di budçeyê de ji bo gel tiştek tune ye û wiha bertek nîşan da: "Bi vî awayî dixwazin gel muhtacî xwe bikin. Ma gava xelk dewlemend bibe dê kî xizmeta wan bike? Kes ne di xema desthilatê de ye. Tenê xwe û alîgirên xwe dewlemend dike."    ‘EW BI 140 HEZARÎ NIKARE DEBAR BIKE ÎJA XELK?'   Kudbettîn Keskîn Kiliç jî bibîr xist ku desthilat budçeya Tirkiyeyê di şeş mehan de xelas kiriye û ev yek nîşan dide bê ka krîz çi qasî kûr e. Kiliç got: "Her tişt ji sedî 300, ji sedî 400 zêde bûye û xelk birçî ye. Xelk bi meaşê kêm hewl dide debara xwe bike. Çi îşê wan di şer de heye! Ji sedî 60'ê budçeyê didin eskeriyeyê."   Kiliç destnîşan kir ku ew naxwazin budçe ji bo şer bê veqetandin û got: "Îro ji sibê çêtir e, her diçe rewş xirabtir dibe."    'PERÎŞANÎ YE'   Fatma Doguç jî diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin û rewşa heyî wekî "perîşanî"yê pênase kir. Dogûç bilêv kir ku Erdogan û alîgirên wî wan dixapînin û got: "Her tim dibêjîn ‘em alîkariyê dikin.' Derewan dikin. Erdogan jî û aligirin wî jî me dixapînin, baweriya me bi wan nayê. Em êdî nikarin nan jî bistînin. Torbeyê arvan bûye 500 lîre, zarokên min hemû xwendekar in. Solek bûye hezar lîre. Ma ez ê çawa bistînim? Ev xwe wekî Xwedê dihesibînin, di dawiyê de wê xela rabe."   BUDÇEYA ŞER   Welatî Memdûh Tekîn jî budçeya li meclîsê hevdîtinên wê didomin wekî "budçeya şer" pênase kir û got: "Meaşê kêmana bibe 6-7 hezar jî dê kes nikaribe debara xwe bike. Bila ew werin bi vî meaşî debara xwe bikin." Tekîn bal kişand ser çapemeniya nêzî deshilatê jî ku wekî tu tişt tune be tevdigere û got: "Aborî qediyaye, tiştek nemaye. Budçeya Tirkiyeyê hemû ji bo şer tê xerckirin."    HILBIJARTIN   Ûmût Çetîn jî bilêv kir ku her diçe rewş xirabtir dibe û xwest demildest hilbijartin çêbibe. Çetîn jî anî ziman ku budçeya Tirkiyeyê ji bo şer tê xerckirin û got, ku hêviya tu kesî ji vê desthilatê nemaye. Çetîn destnîşan kir ku ger hilbijartinek demokratîk çêbibe dê atmosfer biguhere û got: "Hilbijartin dê ji bo gel bibe hêvî. Dê bi hilbijartinê guhertin çêbibe."    'HER TIŞTÎ DIDIZE'   Esnaf Salîh Atîlla jî derpêş kir ku dê budçeya pêvekî gel hê xizantir bibe û got, ev desthilat bi kevçiyan dide bi çoçikan distîne. Atîlla bilêv kir ku bi krîza aborî re aloziyek mezin jî rû daye û got: "Aşxaneya min heye. Par me kîloya goştê mirîşkan bi 8 lîreyan disten, lê niha bûye 40 lîre. Ev budçe ne ji bo gel e. Desthilatê her tişt diziye. Tu tişt enhiştiye. Hemû budçe ji bo qesrê û şer tê terxankirin."