Enflasyona Zexîreyan di Sibatê de ji kêm nebû 2018-03-05 11:00:07 ENQERE - Li gorî daneyên Saziya Îstatîstan a Tirkiye (TUÎK) di meha sibatêde buhayê berxurî mehane ji sedî 0.73 û salane jî, ji sedî 10.26  zêde bû. Di buhayê hilberîneran de herî zêde zexîre û vexwarinên bê alkol ji sedî 2.24 zêde bû. Di buhayê berxuran de jî ceyran û xaza xwezayî ji sedî 21.10 zêde bûn.  Saziya Îstatîstan a Tirkiye (TUÎK), daneyên buhayê berxwirî û hilberîna meha sibata 2018'an bi raya giştî re parve kir. Li gorî daneyan di sibatê de buhayê berxurî mehane ji sedî 0.73 û salane jî, ji sedî 10.26  zêde bû. Di buhayê hilberîneran de herî zêde zexîre û vexwarinên bê alkol ji sedî 2.24 zêde bû. Di buhayê berxuran de jî ceyran û xaza xwezayî ji sedî 21.10 zêde bûn.    CEYRAN Û XAZA XWEZAYÎ JI SEDÎ 21 ZÊDE BÛ   Di meha sibatê de herî zêde ji sedî 21.10  buhayê ceyran û xaza xwezayî zêde bû. Ji sedî 7.57  petrol, ji sedî 5.71  buhayê berhemê xeratiyê û kîvarkan zêde bû.