Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin 2021-02-17 15:25:43 AMED – Li Amedê biryara zemkirina nan ku hatibû girtin, li ser bertekan ev biryar paş ve hat kişandin.    Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran (DESOB) a Amedê di 29’ê çile de biryara zemkirina nan girtibû. Nanê gramaja wî 400 gram bû gramajê derxistin 500 gramî û bihayê nan ji 2 lîre nîvan derxistin 3 lîre nîvan. Ji 29’ê çile ve nan bi vî bihayî dihat firotin. Li ser bertekan rayedarên DESOB’ê û DTSO’yê û walîtiyê hevdîtin pêk anîn û ji bo betalkirina zemê biryar girtin û bi vê biryarê re biryara zemkirinê paş ve kişandin.