‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’ 2020-11-18 12:25:42   HATAY – Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Hatayê diyar kir ku yasaya torbayê ya Qanûna Piyasaya Ceryanê dewama “leyîstikên Alî Cengîz in” û xwest yasa paş de were vekişandin.   Li Meclîsê li ser Qanûna Piyasaya Ceryanê û Guhertina Hin Qanûnan Teklîfa Qanûna Torba hevdîtin tên kirin. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Hatayê têkildarî van hevdîtinên li ser van qanûnan li Koprupbaşiya Antakyayê daxuyanî da. Selvet Buyukkeleş li ser navê Platformê daxuyanî da û bang li AKP’ê kir ku dawî li talana xwezayê bîne. Buyukkeleş da zanîn ku ev yasa dewama “leyîstikên Alî Cengîz in” û qanûna vê torbeyê ji bo parastin û dewlemendkirina şîrketên alîgir in. Buyukkeleş destnîşan kir ku yasaya torba wê xwezayê û qadên jiyanê tune bike û xwest AKP dawî li van polîtîkayên rantê bîne û vê yasayê paş ve vekişîne.