HDP’ê bi partiyên kurd re civîn li dar xist 2018-10-21 13:09:05   AMED – HDP’ê li Amedê bi partiyên kurd re nêzî 4 saet civîn li dar xist. Hat zanîn ku dê HDP û partiyên kurd hefteyek din şûn ve bi rojeva “Hilbijartina Herêmî” li hev bicivin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî duh li Amedê Komxebata Rêveberiyên Herêmî li dar xist, starta xebatên hilbijartina herêmî da. Piştî komxebatê li ser daxwaza Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî di xwarinê de bi partiyên kurd re li hev kom bûn. Pervîn Buldan, siyasetmedar Ahmet Turk û Sirri Sakik, parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Necdet Îpekyuz û Tayîp Temel bi rayedarên Hereketa Azadî, PDK-T, OSP, PDK-P, Partiya Azadî û Îslamê re li Otela Demîr li ser geşedanên siyasî civînek ji 4 saetan pêk hat li dar xistin.     Hat zanîn ku di civînê de li ser hilbijartina herêmî gengeşe kirin e, li dijî tehdîtên Erdogan ên “Em ê dîsa qeyûm tayîn bikin” helwesta hevpar axaftin hatine kirin. Piştî gengeş û pêşniyarên li hev hatin kirin, hat zanîn dê partiyên kurd û HDP dê hefteyek şûn ve bi rojeva “Hilbijartina Herêmî” civînek li dar bixin.